STENBOL - Polîsan îro danê sibehê li Stenbolê avêtin ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 9 endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'a Stenbolê hatin binçavkirin.
Li Esenyûrta Stenbolê îro danê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û di avêtina ser malan de 9 endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'a Stenbolê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ciwanan birine Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê (TEM) ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Kolana Vatanê.