Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin

  • rojane
  • 09:13 29 Hezîran 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Jinan, diyar kirin ku li gel pêvajoya di malê mayînê de li herêmê tundiya li dijî jinan gihişte asta herî bilind û gotin: "Li gel polîtîkayên taybet û pêvajoya koronayê tundî gihişte asta herî bilind. Mafê me jinan ê herî sereke xwe parastin e. Ger ku tundî hebe, berxwedan ferz e.”

Piştî ku şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li seranserê cîhanê belav bû, tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Li Tirkiyeyê jî, di pêvajoya malê mayînê de tundiya li ser jinan gihişt asta herî bilind û di rojên ewil pandemiyê de 21 jin hatin qetilkirin û bi dehan jin jî, bi tundiyê re rû bi rû man. Li Cizîrê jinan, têkîldarî mijarê axivîn û diyar kirin ku ligel vê pêvajoyê li herêmê her cûre tundiyên li dijî jinan pêk hat. Jinan, bang li jinan kirin ku li dijî tundiyê parastina xwe bi hêz bikin. 
 
LI HEZEXÊ TUNDÎ ZÊDE BÛ
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu, anî ziman ku di pêvajoya karantînayê de hejmara jinên hatin kuştin nîşan da ku di malan de tu ewlekariya jinan nîne û wiha axivî: "Helbet, beriya pêvajoya di malê mayîn de jî tundiya li dijî jinan hebû. Bi taybetî li Şirnexê ev tundî bi awayeke şênber tê dîtin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî zêde hat dîtin îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û tundî bû. Bi taybetî jî li navçeya Hezexê tundiya li dijî jinan zêde bûye. Di vê pêvajoyê de me wekî TJA’yê xeta tundiyê vekir. Armanca vekirina vê xetê jî ew bû ku di vê pêvajoyê de em jinan bi tenê nehêlin û ji her pirsgirîkeke wan re bibin hêza çareseriyê. Lê mixabin jin di warê xwe gihiştandina me de qels man. Sedemê vê jî hişmendiya desthilatdar û serdest bû. Malbat wekî “Namusê" li jinê dinêre û nahêle ku ew pêkûtiyên li ser jinê tên meşandin bên ragihandin.”
 
XWE BIGIHIJÎNIN ME, EM Bİ HEVRE ÇARESER BIKIN
 
Aksu, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî tundiyê xweparastina xwe bi hêz bikin û wiha got: "Di serî de, divê jin xwedî biryar bin. Dema ku jin xwedî biryar bin, wê demê dikarin bi awayeke xurt xweparastina xwe biafirîn in. Her tiştek bi me destpê dike. Ger em jin bibin yek hêz, emê karibiin her cûre tundiyê têk bibin. Bila jin xwe tenê nebîn in û em bang li jinên Şirnexê dikin ku dema bi tundiyê re rû bi rû man bila xwe bigihîjin me û em pirsgirêkên wan bi hev re çareser bikin.” 
 
HERÎ ZÊDE TUNDIYA DERÛNÎ HAT MEŞANDIN
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sîlopiyê Suzan Aşkin jî, bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha bilêv kir: "Di vê pêvajoyê de li dijî jinan her cûre tundî pêş ket. Pêvajoya di malê mayîn de herî zêde  ji bo jinan talûke bû û jinan zehmetiyên mezin kişandin. Hem tundiya mêr û hem jî tundiya dewletê di vê pêvajoyê de pir zêde hat dîtin. Pêvajoya di malê mayîn de hat dest pê kirin, lê ji bo ewlehî û parastina jinan tiştek nehat kirin. Pirsgirikên heyî, bi vê pêvajoyê re xetimîn û mezintir bûn. Me tu carî tundiya li dijî jinan qebûl nekir û em bawer dikin ku bi têkoşîna xwe em ê vê tundiyê bi dawî bikin. Rizgariya ji vê bi me jinan pêkane. Bi taybetî jî jinên Botanê hewceye ku vê tundiyê qebûl nekin û li dijî her êrîşeke mêr bi bertek bin. Pêwîste ku em xweparastinê bi hêz bikin. Bi polîtîkayên hedef girtina jinan û tunekirina hişmendiya jin dixwazin hişmendiyeke serdest ava bikin. Lê pêwîste ku em jin destûr nedin vê yekê û li dijî her êrîşek em bibin tifaq.” 
 
JIN MEHKUMÎ TUNDIYÊ KIRIN
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç jî, da zanîn ku di vê pêvajoyê de li dijî jinan dewletê li herêmê polîtîkayeke taybet da meşandin û wiha axivî: "Mayîna mêr a mal de pêşiya tundiyê vekir. Desthilatdariya AKP’ê polîtikayeke qirêj dide meşandin. Di vê nexweşiya koronayê de, çalakî û xebatên jinan hatin astengkirin. Ligel astengkirina xebatên jinan, jin mehkumî tundiyê kirin. AKP’ê ev pêvajo ji xwe re wekî armanc û firsendekê dît. Kuştin û tundiya li dijî jinan nahêlin ku bênteşhîrkirin û li gel van polîtîkayan tundiyê  meşrû dikin. Di aliyê aborî û derûnî de, êrîşeke mezin pêk hat. Jin ji nêçariya xwe divê bixebitin. Dema ku dixebite jî pêkane ku bi vê nexweşiyê bikeve. Wê deme ev şewb derbasî hemû malbatê dibe.”
 
DIVÊ EM XWE PARASTİNÊ Bİ HÊZ BIKÎN
 
Tunç, anî ziman ku hişmendiya desthilatdar ev pêvajoye wekî firsendek bikar anî  û bang li jinên herêmê  kir ku di vê pêvajoyê de malen xwe de xweparastina xwe xurt bikin. Tunç, da xuya kirin ku li herêmê di  salên 2016’an de li dijî jinan herî zêde tundiya derûnî hat meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî di van salên dawî de tundiya fîzîkî û aborî  pir zêde bûye. Li Tirkiyeyê, tundiya li dijî jinan herî kêm li Şirnexê dihat dîtin. Lê ligel van polîtîkayên taybet û pêvajoya koronayê, asta tundiyê pir zêde bû. Mafê me jinan a herî sereke xwe parastin e. Ji ber vê jî divê em xwe parastinê bi hêz bikin. Em wekî TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê her tim li gel jinan in. Em dixwazin jin xwe bigihîn in me. Ji bo ku em bibin hawar û nefesa jinan, em her tim amade ne. Bêgûman ger ku tundî hebe, xweparastin ferze. Her sal em kolan bi kolan digerin û rapora jinan a saleke amade dikin. Dûre bi raya giştî re parve dikin. Jin ne bi tenê ne, em li virîn û em her tim bi wan re ne.” 
 

Sernavên din

29/06/2020
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin