STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di 431'emîn çalakiya "Runiştina F" bal kişandin ser tenduristiya Girtî Ozgur Azad Încî û xwestin Azad Încî serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di hefteya 431'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê bal kişand ser rewşa Girtiyê Nexweş Ozgur Azad Încî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaiyê û xwest Ozgur Azad Încî serbest bê berdan. Komîsyonê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettin daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Încî.
Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn jî anî ziman ku li her dera Tirkiyeyê li dervê aqilan tundî heye û wiha got: "Îqtîdar hemû derfet û keyfa dikeve destê wê li dijî mafê girtiyan pêş dixe. Piştî vîrûs zêde bû tecrîd jî girantir bû. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Têkiliya girtiyan û malbatê ji hev qut bûn. Li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Qawîş nayên paqijkirin. Girtî di şertên xerab de dijîn.
Endamê Komisyon Mehmet Acettin, dîsa axivîe û diyar kir ku Încî 21 salin girtî ye û girtiyê nexweşa giran e. Acettin ani ziman ku Încî bi nexweşiya şizofrenî ye û dermanê “Solian” emel dike.
Acettin, xwest astengiyên li pêş Încî bên rakirin û wiha bi dawî kir: "Divê girtiyê nexweş Încîn û hemû girtiyên nexweş bi lez bên berdan."