AMED - TUAY-DER'ê bal kişand ser sextên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û diyar kir ku ji ber zext li ser girtiyan zêde bûye, girtiyan dest bi calakiya greva birçîbûnê kirine. Rêveberê TUAY-DER'ê Mehmet Uzel, anî ziman ku rojê 3 caran û her carê 45 dk avê didin girtiyan.
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê, ji bo balê bikişîne ser zextên li ser girtîgehan, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê TUAY-DER'ê Mehmet Uzel, daxuyanî da û diyar kir ku ji ber zextên li ser girtiyan zêde bûye, serlêdanên li komeleyê jî zêde bûne. Uzel, anî ziman ku wan di meha Hezîranê de Girtîgeha Tîpa E ya Mêrînê ziyaret kir û got: "Me bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kir. Me di vê ziyaretê de tespît kir ku binpêkirina mafan zêde bûye. Li gorî vê yekê
“* Di pêvajoya şewba vîrûsê de Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di hevdîtina girtî ya bi parêzeran de axaftina wan hat guhdar kirin. Guhdariya telefonê mafê dizî yê hevdîtinê binpê kiriye.
* Mesafeya fîzikî li ber çavan nehatiye girtin. Di ser kapasiteyê degirtî hene. Ev bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Girtî li erdê radizên. Hewl biçûk e.
* Lêgerînê di asta tacîzê de tên kirin. Di lêgerînê de tedbîrên li dijî pandemiyê nayên girtin.
* Pirtûk, rojname û kovarên girtiyan bi sînor kirine. Ligel der barê pirtûk û kovaran de birara komkirinê tune jî bi keyfî kom dikin.
* Rojê 3 caran û her carê 45 dakikayan avê didin girtiyan. Ji ber tunebûna avê girtî nikarin paqijiyê bikin. Ava germ nadin girtiyan.
* Malzemeyên paqijiyê têr nadin girtiyan.
* Gardiyanan di pêvajoya şewbê de dîsa girtî jimartine.
* Daxwaza girtiyên nexweş a nexweşxaneyê bi şertê 15 rojan tecrîdê hatiye qebûlkirin û ji ber vê yekê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.
* Gelek girtî bi awayeki keyfî rastî cezayê dîsîplînê tên. Hin girtî heta 6 mehan rastî cezayê hucreyê tên û ji mafê xwe yê ziyaretan mahrûm dimînin.
* Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê îhlalkirin."
Uzel, anî ziman ku ji ber şertên giran û binpêkirina mafan girtî li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Uzel, bang li Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, kir û xwest li gorî zagon û hiqûqê tev bigerin û got: "Em ê her tim bibin dengê girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.