NAVENDA NÛÇEYAN - Navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê hat boombeberankirin. Li gor agahiyên bi dest ketine di bombebaranê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Navçeya Şarbajêr a bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hat bombeberankirin. Li gor agahiyên bi dest ketine di bombeberanê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ku ji televîzyona Rûdawê re axivî, destnîşan kir ku balafiran qada seyrangehê ya Kunemasiyê bombebaran kirine, mirî û birîndar hene. Osman, anî ziman ku balafirên navçe bombeberan kirine nizanin ê kîjan welatî ne. Her wiha Rojnewsê jî ragihand ku balafir ên Tirkiyeyê ne.