NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Hevşaredarê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Zirig ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Hat hînbûn ku daneşîna Zirig li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hatiye dîtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ceza lê hatiye birîn.
Hat diyarkirin ku li gelek kesên ku bi Zirig re di heman dosyayê de hatine darizandin ceza hatine birîn.