Rojnamevan Kaya: Divê ENKS helwesta xwe diyar bike; an Tirkiye an yekîtî?

  • rojane
  • 09:11 24 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya ku hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên dişopîne, ji bo ENKS'ê got: "Wê ENKS ligel Tirkiyeyê hereket bike an di nav yekîtiya kurd de cih bigire? Mecbûr e êdî biryarekê bide." 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtine dûr ûd irêj li hev kirin. Di 17'ê Hezîranê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê Wîllîam Robak jî di nav de heyetek daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku wê xebatên yekîtiyê di çarçoveya Peymana Duhokê de bên kirin. Ev qewimîn di raya giştî ya kurd de wekî "gaveke dîrokî" hat nirxandin. 
 
Rojnamevan Nîhat Kaya ku bi salan e li herêmê ye û pêvajoya yekîtiya neteweyî ya kurd dişopîne, hevdîtinên pêk hatin ji ajansa me re nirxandin.   
 
Kaya, anî ziman ku lihevkirina kurdan bivênevê bû, lê belê ev pêvajo pêvajoyeke giran û zehmet bûye. Kaya, got: "Ji ber ku kurd ne yek bûn, sedsala 20'an ji dest çû. Di sedala 21'ê de jî şerekî cîhanê yê nû qewimî. Hê jî dewam dike. Îjar ji bo ev sedsal jî ji dest kurdan neçe, yekîtî ji nan û avê wêdetir e, bivênevê ye. Lê belê xwegihandina vê merheleyê, ne hêsan bû, bi zor û zehmtiyan hatin vê astê." Kaya, bilêv kir ku ji sala 2011'an yanî destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heya niha kurd ji kulvarên cuda herekt dikin û got: "Bi taybetî jî derdora bi navê ENKS, piranî di nav komên ku wekî muxalefeta Sûriyeyê tên binavkirin û Tirkiye jî piştgiriyê dide wan cih girt û armanca wan rûxandina rejîmê ye û li şûna wê pergaleke din bê avakirin. Li hêla din jî derdora ku PYD jî di nav de ye. Armanca wan jî di nav şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rejîm bê guherandin û veguherandin, şoreşeke demokratîk pêk bê. Lê belê ev gotin, ev cihêkarî hat radeyeke wisa ku êdî lihevkirin ne pêkan bû." 
 
Kaya, bal kişand ser têkiliya ENKS'ê ya bi Tirkiyeyê û hin hêzên navneteweyî re û got, ligel daxwaza kurdan a ji bo yekîtiya neteweyî divê rêveberiya xweser a herêmê ji bo zext û zoriyên navneteweyî kêm bibin divê bi her kesî re bê gel hev. Kaya, destnîşan kir ku ji ber vê fikarê bi bangawaziya fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, di navbera kurdan de pêvajoya diyalogê dest pê kiriye û got: "ENKS, li Stenbol, Enqereyê bi siyaseta Tirkiyeyê der barê herêmê de siyaset dike. Ev yek kurdan qels dike. Piştî vê bangawaziyê hewldanên hatine cem hev çêbûn. Lê ji vê wêdetir bi taybetî jî di vî warî de hin hewldanên DYA û Fransayê çêbûn. Piştî hewldanên hevpar ên DYA û Fransayê û bangawaziyên Mazlûm ebdî, pêvajoya hatina cem hev dest pê kir, hat vê astê. Çendî bê gotin merhaleya ewil qediya be jî, lê gelek mijarên divê bên şîrovekirin hene." 
 
CUDAYIYÊN FIKR Û RAMANÎ    
 
Kaya, diyar kir ku heya niha peymanek nehatiye îmzekirin û got, agahiyên ku rêveberiya xweser û ENKS'ê bi raya giştî re parve kirine hev nagirin. Kaya, got: "Loma nayê zanîn ka di civînê de li ser kîjan mijaran li hev kirine. Niha helwesteke ku her du aliyan li hev kiriye û wê hevdîtin bidomin heye. Lê bi min wisa tê hevdîtin di cihekî de asê bûne."   
 
Kaya, bilêv kir ku helwesta ENKS'ê bi piranî li ser asasên "parvekirina herêmê" ye û helwesta partiyên din jî ew e ku ENKS bê herêmê, xebatên xwe bidomîne û heke bivê bi rêya hilbijartinê bi qasî rayên girtine bibe wxedî temsîliyet. Kaya, destnîşan kir ku lê belê ENKS xwe nade ber vê û li dijî helwesteke hilbiajrtinî ye. Kaya, got: "Li vira ne netewe-dewletek, rêveberiyeke li ser asasên neteweya demokratîk tê îcrakirin. Ji ber ku armanc tenê ne rêveberiyeke kurdan e, rêveberiyeke ku ereb jî di nav de bin. Fikara ENKS'ê ew e ku 'Hilbijartinek çêbibe wê kes dengê xwe nede me, wê bide we.' Loma li dijî hilbijartinê ye. Xaleke din jî, parvekirina herêmê ye. ENKS, rasterast doza hin herêman dike. Mesela Deriyê Sêmalka, Qantona Dêrikê. Dixwaze rêveberiya wir dewrî wan bê kirin. Ev mesele dibe sedema xitimandina nîqaşan." 
 
Kaya, anî ziman ku mijareke din jî ku tê nîqaşkirin dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Cerablûs û Ezaz e û got, di vir de mijara tê nîqaşkirin jî "dagirkeriya Tirkiyeyê" ye. Kaya, diyar kir ku ENKS vê yekê qebûl nake û got, ENKS, Tirkiyeyê wekî "dagireker" nabîne û ji xwe di daxuyaniya xwe de jî behsa vê yekê nekiriye. Kaya, destnîşan kir ku mijareke girîng a din jî mijara Pêşmergeyên Roj e û got, di civînê de ev yek nebûye mijara rojevê lê belê ENKS dixwaze Pêşmergeyên Roj wekî hêzeke cuda ya leşkerî bîne herêmê. Kaya, anî ziman ku li hemberî vê helwesta rêveberiya xweser jî ew e ku Pêşmergeyên Roj daxilî nav hêza leşkerî ya heyî bibe. Kaya, destnîşan kir ku heger Pêşmergeyên Roj wekî hêzeke leşkerî ya cuda bên herêmê wê kurd winda bikin û îşaret bi mînak û tecrûbeyên heyî kir. 
 
PEYAMA ÇAVÛŞOGLÛ YA JI BO ENKS'Ê 
 
Kaya, anî ziman ku wisa xuyaye piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû wê ENKS li ser hincetên cuda hûr bibe û got: "Daxuyaniya Çavûşoglû hinekî bi derengî ket. A rast dihat payîn ku di destpêka hevdîtinan de Tirkiye helwesteke wiha nîşan bide. Tirkiye dibêje, 'Heke yekîtiyek çêbibe ê bike divê ez bim. Heger şereke hebe ê bidomîne divê ez bim.' Ji ber helwesta wê helwesteke ku kurdan wekî milkê xwe dibîne; hewl dide tevgera kurd a derî înîsyatîfa xwe bieciqîne. Li Rojavayê pergaleke derî vîna Tirkiyeyê pêk hat. Tirkiye ji ber vê pir nerihet e. Di warê leşkerî de di bin navê Pêşmergeyên Roj de berhev kirin, bi salan e bi hezaran mirovî xwedî dikin lê nikarin wan li cihekî jî bi kar bînin. Kî mesrefê wan dide, Tirkiye. Li Stenbolê gelek rêvebirên ENKS'ê hene. Yek ji van jî Fûat Elîko ye. Ebdulhekîm Beşer li wir e. Mesrefê wan gelek e. Ev ji ku tê? Ji tehsîlata veşarî ya Tirkiye û Erdogan. Bi van hevdîtinên yekîtiya neteweyî re dibe ku ENKS ji bin kontrola Tirkiyeyê derkeve. Wê Tirkiye nikaribe wekî berê ENKS'ê kontrol bike. Loma ji roja roj de Tirkiye nerihet e. Daxuyaniya Çavûşoglû jî noqteya dawî ya vê yekê bû. Peyamek dan ENSK'ê û jê re gotin, 'helwesta xwe diyar bike.'" 
 
REWŞA ENKS'Ê?
 
Kaya, destnîşan kir ku bi hevdîtinên yekîtiya neteweyî re ENKS jî di nav wxe de bûye du hêl û got, helwesta nûnerên ENKS'ê yên li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê daxilî nav siyaseta herêmê bibin, lê belê helwesta ên li Tirkiyeyê jî, kesên mîna Fûat Elîko, ew e ku ligel Tirkiye û komên ku ji wan re dibêjin muxalefeta Sûriyeyê re hereket bikin. 
 
Kaya, got: "Ji xeynî daxuyaniya Çavûşoglû, bi navbeynkariya DYA û Fransayê re jî hat redareye wiha ku mecbûr e biryara xwe bide. Wê ligel Tirkiyeyê hereket bike an di nav yekîtiya kurd de cih bigire? Mecbûr e êdî biryarekê bide û helwesta xwe zelal bike." 
 
WÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI SER BIKEVE? 
 
Kaya, destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî tenê ne girêdayî leihevkirina partiyên li herêma xweser e û got, dibe ku li ber çavan navbeynkariya DYA û Fransayê xuya bike lê belê hesab û kitabên dewletê herêmê hemûyan heye. Kaya, bibîr xist ku di sala 2013'an di dem Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de ku bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû yekîtiya neteweyî pêk nehatibû lê ji bo yekîtiyê atmosfereke pir girîng çêbibû. Kaya, got: "Hesab û itabên PDK'ê cuda bûn. Hesabê partiyên din cuda bûn. Xala ku li ser li hev netaiye kirin Rojava ye. Tê nîqaşkirin ku divê li Rojavayê yekîtî çêbibe lê gava mirov rabe partiyên siyasî yên herêmên din derî vê bihêle wê yekîtî ne pêkan be. Ji xwe ji bo hevdîtinên li vira ENKS jî heftê carek diçe hevdîtinê bi PDK'ê re çêdike ku fikrê wê bigire. Yanî PDK di nav vî îşî de ye. Yanî heger li heger li perçên din jî yekîtiya neteweyî neyê çêkirin an jî lihevkirinek çênebe wê li Rojavayê jî ne mumkun be." 
 
Herî dawî Kaya bal kişand ser rewşa Başûr jî û got: "Siyaseta Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, ya li Sûriyeyê û ya li Lîbyayê heman siyaset e. Siyaseta berbelavbûnê ye. Siyaseta dagirkirinê ye. Her hefte wekî hinceta wê cda be nîşan dide, lê ne wisa ye. Ji xwe ev yek li Lîbya û Sûriyeyê pir zelal dixuyê. Tirkiye û PDK'ê hema bêje çarenûsa xwe kirine yek. Lê ev tercîhek e, ne emcbûriyet e. Heger PDK ligel kurdan cih bigire wê kurd hemû bi ser bikevin, lê ligel Tirkiyeyê cih bigire w Nêçîrvan Barzanî û malbara Barzanî qezenc bike, wê gelê kurd qezenc neke." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

24/06/2020
15:55 6 sal ceza dan Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig
15:26 Li Minbic û Efrînê teqîn çêbûn: Mirî û birîndar hene
15:09 Danişîna doza Denîz Yucel hat dîtin
14:32 ‘Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin’
14:30 Jinên Qamişloyê xwestin Tirkiyeyê bê cezakirin
14:05 Biryara dadgehê bi 'Bijî Serok Apo' şermezar kir
13:43 Ebdi: Sûîqast berdewama polîtîkaya komkujiyê ye
13:30 DBP û KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kirin
13:21 Li Lîbyayê ji bo çareseriyê biryarên Konferansa Berlînê bibîr xistin
13:16 Dê 3 jinên kurd bi merasimekê bên definkirin
12:56 STJ: Zexîreyên talan kirin anîn Tirkiyeyê
12:55 Danişîna rojnamegeran dest pê kir: Vê şermê bi dawî bikin
12:38 5 hezar û 900 cenaze ji gorên komî derxistin
12:31 Qeyûm tayînî Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î hat kirin
12:21 TJA'yê kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kir
12:21 AKP wê ji bo pakêta baroyan serdana partiyên siyasî bike
12:17 HDP û rêxistinên civakî serdana Baroya Wanê kirin
12:13 MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir
11:56 Li Heftanînê şer dijwar dibe
11:43 Îdiaya kesek li Sûrê întîhar kiriye
10:41 Rêveberiya Xweser a Firatê: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên êrişan e
10:36 Li Amedê hemşîreyek întîhar kir
10:27 Derbarê wan de tiştek nû nedîtin, şahiyên 8 sal berê ji wan pirsîn
10:08 Eskerek li Geverê mir
09:56 Hevseroka Dîwana Meclîsa Mexmûrê Tayboga: Armanca Tirkiyeyê fetisandina gelê kurd e
09:55 'Çeka herî mezin yekitî ye'
09:47 Gora komî ya 41 cenaze tê de ne 22 sal in nayê vekirin
09:14 Çalakgerên DYA'yî çalakî vegotin: Divê bi çavê berxwedêran heqîqet bê dîtin
09:13 Seraya xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike
09:12 'Divê em hînî jiyana bi şewbê re bibin û tevdîrine domdirêj bigirin'
09:11 Li Cizîrê nexweşxane tije bûye
09:11 Rojnamevan Kaya: Divê ENKS helwesta xwe diyar bike; an Tirkiye an yekîtî?
09:08 Şaredariya AKP’î meheke avê nade: Ji bo ava nade 188 TL fatûre birî
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:48 6 rojnameger dê îro derkevin dadgehê
23/06/2020
23:03 Li Farqînê kesekî birayê xwe û zavayê xwe birîndar kir
22:27 Malbata Aztagaç ê HPG’yî cenazeyê xwe defin kir
20:45 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi ser 5 hezarî ket
18:38 Reşêşka baranê Stenbol di bin avê de hişt: Kesek mir
17:49 Cenazeyê Acar li 30 nokteyan rawestandin
17:36 Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê wergirt û ket rêya Amedê
16:29 Qeyûm ji bo nîşaneyên kurdî daxuyanî da
16:15 ÎHD'ê rapora 10 salan a îşkenceyê parve kir: Divê êdî îşkencekaran bê ceza nehêlin
16:14 Derbarê dosyaya hevşaredaran de biryara nepeniyê hat dayîn
15:28 Li herêmek nêzî qereqolê şewat derket
15:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:03 ÎHD, TTB û THÎV'ê bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a meşê da
14:53 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk hat berdan
14:00 Sancar: Ji bo em dîwarên tirsê hilweşînin meşiyan
13:35 Şaredarê CHP’î ji peywirê hat girtin
13:26 Li Ordûyê jinek hat kuştin
13:01 Dozger îşkenceya li qereqolê nedît û îdeaname amade kir
12:55 Dadgehê doza rojnameger Dogan taloq kir
12:43 'Êrîşên li ser zimanê kurdî berdewam in'
12:41 Sekreterê Giştî yê Navenda Mafê Mirovan ê TBB’ê îstifa kir
12:33 Biryardariya serokên baroyan encam da: Meş dest pê dike
12:24 11 kesên li Çewlîkê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:08 Serokên baroyan pişta xwe dan Feyzîoglû
12:02 Girtîgehê faksa ku Yuksekdag ji Farisogûllari şand sansûr kir
12:01 'Qonax bi qonax dagirkerî'
11:46 Demîrtaş piştgirî da meşa serokên baroyan
11:36 Amîrê TEM'ê yê 22 sal ceza lê birîn serbest berdan
11:28 Hevşaredarên Sarûcanê binçav kirin
11:28 Bertekên li dijî bombebaranên TSK’ê
11:26 Kujerê Uygurlar hat binçavkirin
11:15 Cezayê birîna îlanan li Rojnameya Evrenselê hat birîn
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin