NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 27 eksên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 268 kesên din jî bi şewbê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 27 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 268 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 190 hezar û 165 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 1.