Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin

  • rojane
  • 09:06 22 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Serokên jin ên baroyên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin, diyar kirin ku guhertina ku tê xwestin di pergala hilbijartinê ya baroyan de bê kirin, li dijî maf û azadiya her mirov, demokrasi, serweriya hiqûqê ye.   

Serokên 41 baroyan, li dijî guhertina pergala hilbijartin û xebatên baroyan ku li ser fermana Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan tê plankirin, bê meclisê, ber bi Enqereyê dest bi meşê kirin. Serokên jin ên baroyên Trabzon, Bîlecîk, Duzce û Kocaelî ku di meşa bi dûrişmeya “Parastin dimeşe” tê berdewamkirin de cih digirin, meş û pêşniyarqana ku tê xwestin pê pergala hilbijartin û xebatên baroyan bê guhertin nirxandin. 
 
TRABZON: ARMANC TÊKBIRINA PARASTINÊ YE 
 
Seroka Baroya Tranzonê Parêzer Sîbel Sûîçmez, diyar kir ku feydeya guhertina ku tê xwestin bê kirin, ji pergala edaletê re tuneye û bi vê tê xwestin ku parastina serbxiwe ya lingê sêyemîn ê darazê têk biçe û bê bidestxistin. Sûîçmez, da zanîn ku dadger û dozger ne serbixwe ne û wiha got: “Ev ji nebaweriya gel a ji edaletê diyar dibe. Di parastina serweriya hiqûqê de tenê baro û parêzer mane. Armanca guhertinê têkbirina vî lingê darazê ye. Divê ku ev tenê weke guhertina pergala hilbijartina baroyan neyê nirxandin. Ev pêngav li dijî serweriya hiqûqê û maf û azadiyên bingehîn e.”
 
Sûîçmez, destnîşan kir ku Destûra Bingehîn peywira parastina maf û azadiyên mirovan û serweriya hiqûqê dide parêzeran û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê hewl didin dengê me parçe û bêbawerî bikin û ji holê rakin. Dixwazim bibêjin ku em dikarin weke ku em dixwazin we bêdeng bikin, qanûnê biguherînin; heke hûn Peymana Stenbolê biparêzin, li dijî cînayetên jinan û istismara zarokan derkevin û ji bo rojnamegerên girtî û parêzeran edaletê bixwazin em ê we ceza bikin. Reya bêdengkirinê di parçekirina baroyan de derbas dibe. Armanca bingehîn ev e.”
 
 PARASTVANÊN GEL TÊN BÊDENGKIRIN
 
Di berdewamê de Sûîçmez, da zanîn ku daxwazên wan zelal in û wiha pêde çû: “Em ê bi tu awayî qanûna ku anîne rojevê qebûl nekin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Wê meşa me ya demokratîk bidome. Me heta îro ev tişt gotiye, ‘Heke parêzer bêdeng bibin wê bêhn li gel bê çêkandin’. Em êdî îro dikarin berovajiyê vê bibêjin, ‘Heke gel bêdeng bibe wê degnê parêzer û baroyan bê bîrin’. Bi baroyan dixwazin parastvanên gel bêdeng bikin.” 
 
BÎLECÎK: EM DENGÊ JINAN IN 
 
Seroka Baroya Parêzer Bîlecîkê Halîme Aynûr, diyar kir ku li dijî guhertina ku tê xwestin bê kirin, bi hev re têdikoşin û wiha got: “Em dengê zarok û jinan in. Em li gorî rayeyên ku mafên parêzeriyê didine me, di dozên jin û zarokan didin alî. Wê di her dem û şertî de têkoşîna me ya ji bo dengê gel bidome. Em ê li gel kesên bêkes hêviyê biparêz in. Em ji bo serxwebûna darazê û serweriya hiqûqê meşiyan, heke pêwîst bike em ji niha şûn de jî bimeşin. Wê têkoşîna me ya hiqûqê bidome.”
 
DUZCE: MAFEKÎ DEMOKRATÎK E
 
Seroka Baroya Duzceyê Parêzer Azade Ay, bi bîr xist ku baro xwedî pergaleke demokratîk a hilbijartinê ne û derbarê guhertina ku tê xwestin bê kirin de ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoya qrîza aborî de ku hemû beşên civakê û parêzer jê bi bandor bûne de nîqaşkirina pêşniyareke wiha şerm e. Em dixwazin ku aştî û azadî bê welat. Li şûna pirsgirêkên me yên lezgîn ku divê bên çareserkirin, ev qanûn neyê nîqaşkirin. Divê parastin azad be. Heke parastin ne azad be û ji pergala hiqûqê bê derxistin, êdî ji darazê edalet nayê hêvîkirin.  Ne ji bo hempîşeyê xwe em ji bom af û azadiya 83 milyon welatiyan meşiyan. Her mudaxaleya ku li me bê kirin wê li mafê welatiyan bê kirin. Em dixwazin ku dev ji qanûna di rojeva xwe berdin. Wê li dijî vê têkoşîna me ya demokratîk bidome.”
 
KOCAELÎ: DESTÊ XWE VEKIŞÎNIN 
 
Seroka Baroya Kocaeliyê Parêzer Bahar Gultekîn jî bi lêv kir ku meşa wan a ji bo parastinê bi qîmet bûye û ev tişt anî ziman: “Bi salan e êrîşên li dijî sazîbûna parêzeriyê her di rojevê de ne. Mudaxaleya baroyan ne nû ye. Parçekirina baroyan û guhertin xeta me ya sor e. Guhertin, nikare tenê weke parçekirina baroyan û bêbandorkirina parastinê bê nirxandin. Guhertin, li dijî maf û azadiya her mirovên ku li vî welatî dijîn, demokrasî û serweriya hiqûqê ye. Ji bo serweriya hiqûqê bila destê xwe ji ser baroyan vekişînin.” 
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

22/06/2020
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin