‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê

img

ENQERE – “Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir, tevî hemû astengî, qedexe û mudaxileyan jî gihîşt Enqereyê. 

Parlamener û rêveberên navenda HDP’ê li dijî danîna qeyûman, girtina hevşaredaran, betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Farîsogûllari di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrgê û Edîrneyê “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeye” dabû destpêkirin. Meş di roja şeşmîn de îro gihîşt Enqerê. HDP bi taybetî ji van her du bajaran meş da destpêkirin. Ji ber ku Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Edîrneyê di girtîgehê de ye û Leyla Guven jî parlamentera Colemêrgê bû. 
 
Hemû pêkhateyên HDP’ê beşdarî meşê bûn. Tevî hemû sansûrkirina meşê, astengî û mudaxilekirinan jî HDP ranewestiya û bi biryar ber bi Enqereyê ve meşiya. 
 
LI COLEMÊRGÊ REWŞA AWARTE 
 
Roja li Colemêrgê meşê dest pê kir adeta bajêr veguherandin rewşa awarte û dîmenên rewşa awarte derketin holê. Her wiha heman dîmenê rewşa awarte li Edîrneyê jî hebûn. Polîsan li ser fermana waliyan nehiştin welatî û dilxwazên HDP’ê beşdarî meşê bibinû pêşwazî bikin. Her çiqas polîsan mudaxileyî welatiyan û parlamenteran kir jî ew dîsa bi dirûşman hev silav kirin. 
 
LI COLEMÊRG, WAN, BEDLÎS, ÊLIH Û AMEDÊ PÊWAZIYÊN BI COŞ 
 
Şande ango meşvanên HDP’ê her bajarên ku gihîştinê ji aliyê coş û kêfxweşiya rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û xelkê ve hatin pêşwazîkirin. Dîmenên bi coş bi taybetî xwe li Wan, Bedlîs, Êlih, Amed û Stenbolê dan nîşandan. Meşvanan li Amed, Wan û Stenbolê rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û armanca meşa xwe ji wan re vegotin. Rêxistinên civakî jî piştgiriya HDP’ê kirin. 
Li Bedlîs û Tetwanê û her wiha li Hezo, li Bajaroka Kaniyahenê her çiqas astengî hatin derxistin jî lê meşvan bi gul û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina li Bajaroka Kanihenê ya Hezoyê de dîmenên pêşwaziya di bin siya çekan de û rewşa awarte derketin holê. 
 
LI BISMILÊ ÊRIŞÎ PARLAMENTERAN KIRIN 
 
Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsan bi gaza îsotê mduaxileyî parlamenterên HDP’ê kir. Lê tevî vê astengiyê jî meşvan gihîştin Amedê û bi kêfxweşî û gerandina govendê hatin pêşwazîkirin. Şande piştî Amedê li Rihayê û Edeneyê jî bi coş hat pêşwazîkirin. 
 
Pêşwazîkirina meşvanan a li Edeneyê hêjayî dîtinê bû û bi girseyî hatin pêşwazîkirin. 
 
LI STENBOLÊ ÇALAKIYÊN GIRÎNG HATIN BIRÊVEBIRIN 
 
Polîsan roja ewil bi hişkayî êrişî baskê meşê ya Edîrneyê kirin. Tevî vê yekê jî meşê ji ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya Demîrtaş lê girtî ne dest pê kir. 
 
Meşvanên baskê Edîrneyê li navçeyên Stenbolê şahî û çalakiyên girîng li dar xistin. Li navçeyên Kadikoyê, Esenyûrtê û Beşîktaşê şahî û çalakiyên ji hev girîngtir ku deng vedan li dar xist. Bi hezaran kes li Kadikoyê û Beşîktaşê çalakî li dar xistin. 
 
KONVOYA MOR ÇÛ KANDIRA 
 
Meşvanên baskê Edîrneyê li Stenbolê konvoya mor çêkirin û çûn ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û gelek siyasetmedarên jin lê girtî ne. Tevî hemû astengiyan jî li nêzî girtîgehê daxuyanî hat dayîn û azadiya girtiyan qîr kirin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZILMÊ 
 
Seranserî her du baskên meşê jî soza têkoşîna hevpar a li dijî tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, danîna qeyûman, girtin, betalkirina parlamenteriya parlamenteran, çareseriya pirsgirêka kurd û şer û operasyonên eskerî hat dayîn. 
 
Meşvan di roja şeşemîn de gihîştin Enqereyê û dê li Parka Meclîsê daxuyanî bidin. 
 
MA / Ozgur Paksoy - Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

22/06/2020
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin