ÇEWLIG – Pêdiviyên konan ji bo mexdûrên erdheja Kanîreşê nehatin dabînkirin. Ev yek bû sedama gengeşeyê. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bîngol ê AKP’yî ji ber nebalvkirina konan qeymeqam sûcdar kir û qeymeqam dijberî şaredar daxuyanî da.
Di 14’ê hezîranê de li navçeya Kanîreşa Çewligê bi pileya 5.7 erdhej pêk hatibû û li gundan gelek xanî hilweşiya bûn û xelk mexdûr bûye. Tê gotin alîkarî ji bo mexdûran bi awayek têrkirî nehatiye kirin. Ev yek bû cihê gengeşeyê û li serê gengeşe didome. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bîngol ê AKP’yî û Qeymeqamê Kanîreşê Ahmet Gunerî daxuyaniyên dijber dan. Serokşaredar Bîngol li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir ku konên ji bo mexdûran li xelkê Kanîreşê nehatiye belavkirin û bi van rexneyan îşaretî qeymeqam Ahmet Gunerî kir. Bîngol got rayedariya belavkirina konan ne di destê wî de ye.
Li ser nebalvkirin an jî kêm belavkirina konan û alîkariyê berê Bîngol û Gunerî ket hev û ev yek di navbera wan de bû mijara gengeşeyê û bertekên li dijî hev.