Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin

  • rojane
  • 16:15 18 Hezîran 2020
  • |
img

AMED – Meşa baskê Colemêrgê ya HDP’ê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin li Amedê didome. Rayedarên HDP’ê li Amedê çûn serdana rêxistinên civakî yên sivîl. 

HDP’ê ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve di 15’ê Hezîranê de dest bi “Meşa Demokrasiyê” kir. Meşa baskê Colemêrgê ya HDP’iyan li Amedê didome. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ku duh gihîştin Amedê îro li Amedê çûn serdana rêxistinên civakî yên sivîl. 
 
SERDANA BAROYA AMEDÊ 
 
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Pero Dundar û rêveberên HDP’a Amedê ewilî çûn serdana Baroya Amedê. Rêveberiya Baroyê, şandeya HDP’ê pêşwazî kir. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di serdanê de got ew ji nêz ve astengî û mudaxileyên li dijî meşa HDP’ê dişopînin û ji bo têkoşîna azadî, demokrasî, hiqûq û edaletê dê li gel HDP’ê berdewam bike û ew piştevaniya vê daxwaza HDP’ê ya demokrasiyê dikin. 
 
‘RÊ LI BER HIQÛQÊ HATIYE GIRTIN’ 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku li Tirkiyê rê li ber hiqûqê hatiye girtin û got: “Di roja îroyîn de ne mimkin e meriv li Tirkiyê behsa hiqûqê û darazek bêalî bike. Her wiha heta pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk, aştî û azadî neyê çareserkirin, dê di her warî de pirsgirêk li Tirkiyê bidomin. Daxwaza meşa me daxwaza hemû gelê kurd û gelên Tirkiyê ye.” 
 
SERDANA PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN KIRIN 
 
Şandeya HDP’ê piştî serdana Baroyê, çû serdana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn û rêveberên ÎHD’ê şandeya HDP’ê pêşazîkirin. Di serdanê de Abdullah Zeytûn bal kişand zextên li ser HDP’ê û got meşa demokrasiyê ya HDP’ê gelek girîng dibînin. 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî da zanîn ku ji roja ÎHD hatiye damezrandin heta îro li dijî binpêkirina mafê mirovan rabûye û ew piştgiriyê didin xebata mafê mirovan a ÎHD’ê. 
 
Piştî axaftina şandeyê civînê ji çapemeniyê re girtî domand. 
 
Şande piştî serdana ÎHD’ê jî çû serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û rêveberên odeyê HDP’iyan pêşwazî kir. 
 
SERDANA TMMOB, OHD Û ESP’Ê KIRIN 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya li gel wan çûn serdana TMMOB’ê, OHD û ESP’ê. Rêveberên saziyan şandeya HDP’ê û DBP’ê pêşwazîkirin. Di serdanan de rêveberên saziyan peyama piştgiriya meşa demokrasiyê ya HDP’ê dan. 
 
Parlamenter Alîcan Onlu di serdanê de axivî û got ew hewl didin faşîzmê û zilmê têk bibin û Tirkiyê bi awayek demokratîk birêve bibin. 
 
‘EM LI DIJÎ TECRÎTA LI ÎMRALIYÊ DIMEŞIN’ 
 
Parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Tayîp Temel, Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî MED TUHAD-FED’ê ziyaret kirin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehemt  Temîzyuz şandeya HDP’ê pêşwazî kir û destnîşan kir ku ew meşa HDP’ê destek dikin û divê hemû alî li dijî faşîzmê têbikoşin û tenê rêyek li dijî êrîşan heye ew jî berxwedan e. 
 
Parlamenter Tayîp Temel jî di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: “Îqtîdarê div ê pêvajoya koronayê de jî rûyê xwe yê faşîst di mijara girtîgehan de da nîşandan. Ji bilî girtiyên siyasî hemû girtiyên sûcên krîmînal kirine berda. Ev meşa me di heman demê de ji bo piştgiriya girtiyên siyasî û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em li dijî tecrîta li Îmraliyê dimeşin. Ev meşa me li dijî hemû îşkence û binpêkirina mafan e.” 
 
Şandeya HDP’ê piştî serdana MED TUHAD-FED’ê çû serdana Înîsiyatîfa Maf. Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin di serdanê de axivî û behsa armanca meşa demokrasiyê kir û got meşa wan armanc dike demokrasiyê bîne Tirkiyê. 
 
ÇÛN SERDANA DAYIKÊN AŞTIYÊ 
 
Şandeya HDP’ê ji vir çû serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê. Dayikan HDP’iyan pêşwazî kir. Parlamenter Tayîp Temel di serdanê de axaftinek kurt kir û got meşa wan daxwaza dayikan a bi salane ku aştî pêk were û êrişên li dijî gorên zarokên dayikan e. 
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek jî anî ziman ku meşa HDP’ê meşa aştiyê û azadiyê ye ku bi salane gelê kurd hesret kiriye. 
 
LI ERXENIYÊ ESNAF ZIYARET KIRIN 
 
Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Siddik Taş, Hasan Ozguneş û Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî çûn serdana navçeya Erxeniyê û bi xelkê re hatin cem hev. Şandeya HDP’ê li kolan û kuçeyan esnaf û xelkê Erxeniyê ziyaret kir. 
 
Şande piştî serdana xelkê û esnafan çû serdana esnafên li herêma pîşesaziyê û li rewşa wan pirsî. Şande piştî serdanê vegeriya navenda Amedê. 
 

Sernavên din

19/06/2020
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir