STENBOL - Cenazeyê birayê Denîz Gemîş Hamdî Gezmîş ê duh jiyana xwe ji desta da, piştî merasîma li Mizgefta Selîmiyê li Goristana Karacaahamet hat definkirin.
Cenazeyê birayê yek ji sembolên tevgera şoreşgerên Tirkiyeyê Denîz Gemûş Hamdî Gezmîş ê xwîn çû ser mejiyê wî û duh li nexweşxaneya ev demek bû, lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, spartin axê.
Ji bo Gezmîş li Mizgefta Selîmiyê ya Uskudara Stenbolê merasîm hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Cenazeyê Gezmîş piştî nimêja cenazeyê, ber bi Goristina Karacaahmet ve hat bi rêkirin û li kêleka gora dayika xwe Mûkaddest Gezmîş hat definkirin.