AMED – Li navçeya Rezan di avahiyekê de şewat derket û 40 kes asê man û piştre hatin rizgarkirin.
Li taxa Rezvanan a navçeya Rezan a Amedê, di avahiyeke 8 qat de li qata 6’an ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. 40 kes di avahiyê de asê man û piştre li ser mudaxaleya ekîbên agirkujiyê her çil kes jî hatin rizgarkirin. Ekibên tenduristiyê jî li cihê bûyerê mudaxaleyî 30 kesên ku ji dumana agir bi bandor bûbûn kirin.