Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin

img

AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin nirxand û got: “Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Pêwîste gelê kurd vê yekê baş bizanibe û yekitiya xwe pêk bîne.”

Tirkiyê di 14’ê Hezîranê de bi balafirên şer li dijî Şengal, Kampa Mexmûr û Qendîlê êrişên asmanî pêk anîn. Li Şengalê sivîl birîndar bûbûn. Tirkiye êrişên asmanî didomîne û gelek deverên Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran dike. Ji ber van operasyon û bombeberanan xelkê herêmê bêzar bûye û êriş xesarê didin jiyan, gund û warê wan. Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek derbarê êrişên li dijî Qempa Mexmûr, Şengal û Qendîlê de hatin kirin de ji ajansa me re axivî. 
 
‘DIXWAZIN TÊKILIYÊN BAŞÛR Û ROJAVA BIBIRIN’
 
Çîftyurek êrişên li Qempa Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin şermezar kir û got: “Dewleta Tirkiyeyê ji sala 1985’an û vir ve tevgerên leşkerî pêk tîne, dikete Başûr û derdiket. Lê ev 4-5 sal in li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî mayin de cih digire. Ev ne operasyon in. Dewleta Tirkiyê dixwaze ji Qendîl heta Hatayê cih bigire û nêzî bi firehiya 40 kîlometre heremeke 'ewlehî' ava bike. Dixwaze vê yekê bi Amerîka û Rûsyayê re pêk bîne. Armanca van êrişan ewe ku têkiliyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibirin." 
 
'TIRKIYE JI YEKITIYA KURDAN ACIZ E'
 
Çîftyurek bal kişand ser têkiliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê û got: “Di yekrêziya kurdî de û di aliyên siyasî de Başûr û Rojava nêzîkî hev bûne û li Rojava di navbera PYNK û ENKS'ê de peymana yekrêziyê hat ragihandin, Tirkiye jî ji vê aciz dibe.” Çîftyurek diyar kir ku Tirkiye û Îran îdia dike ku yekparetiya axa Iraq û Sûriyê bi awayek fermî diparêz e û wiha got: “Lê her du dewlet jî stratejiya xwe li ser perçebûna Iraq û Sûriyê dimeşînin. Tirkiye dixwaze li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 35 kîlometreyan sînore xwe daxe jêr. Lê ev ne çare ye. Bila statûya Başûr û Rojavayê Kurdistanê nas bikin. Wê demê kurd û tirk dikarin projeyekê li Rojhilata Navîn deynin ber xwe. Bi rakirina destkeftiyên kurdan û binpêkirina hemû mafên kurdan siyaset nayê birêvebirin." 
 
‘ROJ ROJA RAKIRINA NAKOKIYAN E'
 
Çîftyurek da zanîn ku Îranê jî li dijî Qendîlê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi Tirkiyê re êrişên topbaranê pêk tîne û wiha domand: "Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Gereke gelê kurd vê yekê baş bizanibe. Di 16’ê Cotmeha 2017’an de bi plansaziya Îranê û bi piştevaniya Tirkiye, Sûriye û Iraqê Kerkuk ji destê kurdan hat derxistin. Niha jî Îran û Tirkiye bi hevre dimeşin. Lazime hemû partî û rêxistinên kurdan vê yekê bidin berçavan û li gor wê tevbigerin. Îhtîmal heye ku hevkariya dewletên dagirker di pêşerojê de bi plansaziyeke nû êriş bikin. Lazime nêzîkatiyên kurdan ji bo hev xurttir bibin. Gavên baş tên avêtin hewceye av gav xurttir bibin. Ev roj ew roje ku em nakokiyan ji nava xwe xelas bikin û bi yekrêziyê tevbigerin." 
 
‘DIVÊ ZIMANÊ YEKÎTIYÊ BIAXIVE' 
 
Çîftyurek anî ziman ku li dijî êrişan zimanê medya kurd baş e û got: "Pêwîste zimanê medya me zimanê yekitiyê be û zimanek ku nakokiyên ji holê rabike be. Divê zimanê medya kurd ji bo yekîtiyê avaker be. Gereke siyaseta kurd jî li dijî van êrişan li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin û li dij derkevin. Divê em li Bakur gav bi gav tifaqa neteweyî pêş ve bibin û destkeftiyên xwe biparêz in." 
 
BANG LI NY Û YE KIR 
 
Çîftyurek bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî van êrişan rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd gelekî mazlûm e, mafê xwe dixwaze û dijminatiyê bi kesê re nake. Ji Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê re dibêje ez netewek im, mafê xwe dixwazim, dixwazim li ser erdnîgariya xwe azad bijîm. Ji ber wê banga me ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê re heye ku li dijî van erîşan dengê xwe derxin. Gereke gelê me jî li dijî van êrişan derkeve." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar 

Sernavên din

19/06/2020
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir