* Karkerên tersxaneyê diyar kirin ku hema bêje her roj li herêma tersxaneya Tûzlayê qezayên kar diqewimin û wiha gotin: "Ya em ê li malê rûnên ji birçiya bimirin an jî em ê biçin kar ji şewbê bimirin."
* Zozanên Feraşînê li sêgoşeya Wan, Şirnex û Colemêrgê ye û bi xweşikiya biharê mirovan mest dike.
* Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû têkildîr 50'emîn salvegera "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" axivî û got: "Çawa 50 sal ber çîna karkeran xwedî li sendîkayan derket dê îro jî bi heman hişmendiyê xwedî derkeve."
* Endama Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Hîlal Sûsûz diyar kir ku di pêvajoya koronayê de kuştina bi guman a jinan zêde bûye û divê dewlet van kuştinan eşkere bike.
* Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok diyar kir ku li Amedê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê ketine ji 100 kesî derketiye 150 kesî.
* Geşedanên derbarê vîrûsa koronayê de dê werin şopandin.
* Geşedanên li Şengal û Mexmûrê ku ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin dê werin şopandin.
* HDP dê îro ji Colemêrg û Edîrneyê bi dirûşma "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" ya ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin. (10.00 - 12.00)
* Ji bo parêzerên bi navê Ebrî Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne dê îro li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (12.00)
* DÎSK bi wesîleya 50'emîn salvegera Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê dê li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê rêzeçalakî li dar bixe. (12.30 - 14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê têkildarî "Meşa Demokrasiyê" dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)