Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne

img

ÎZMÎR – Ekolojîst Ertugrul Barka yê li ser talankirina xwezayê lekolîn dike diyar kir ku eger hişmendiya li dijî xwezayê neyê guhertin dê heta 2023'yan karesatên mezin wan peşwazî bike û wiha got: "Sektora çandinî, madenvanî, pîşesazî û înşaetê bi tevahî tune bû. Heke gel ji vê re nebêjin 'raweste' dê sermaye me tune bike."

Talana xwezayê ya bi polîtîkayên rantê bi pêş dikeve, di sala 2017'an de jî dewam kir. Derfetên bi Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) derdikevin holê, her roj delodîniya enerjiyê, şer, talana xweza û çandê bi pêş dixe. Dîsa Santralên Enerjiya Bayê (RES) û bi dehan planên din her roj bandoreke gelek xirab li ser xwezayê dikin.
 
Dîsa bi "Qanûnên herêmên ewlehiya taybet" re qadên çand û dîrokî tên talankirin. Bajarên antîkî di bin gefa JES û RES'an de ne û di sala 2017'an de di bin navê Qadên Çavkaniya Eneriya Nû Dibe (YEKA) de, hikûmetê her tişt kir xizmeta sermayeyê.
 
DARISTAN TEV BÛN XWELÎ
 
Ji texrîbata ekolojiyê qadên herî zêde zirarê dibînin daristan in. Li gorî daneyên Miduryeta Giştî ya Daristanan, di sala 2017'an de li Tirkiyeyê hezar û 964 şewatên daristanan qewimîn. Di şewatan de 8 hezar û 400 hektar qad bû xwelî. 
 
Li Deryaya Spî, Marmara, Ege û herêma Deryaya Reş gelek şewatên daristanan derketin û daristanan zirarek mezin dît. Demên borî qadên herêma Surme Çamburnu ya ku Serokomar Tayyîp Erdogan û Emîrê Qatarê ji hewa ve lê mêze kirin, piştî şewitîn niha li wir avahiyên luks tên avakirin. Şewatên li ser erdnîgariya Kurdistanê jî bi ber operasyonên leşkerî derdikevin. Li Dêrsim û Şirnexê bi rojan şewat dewam kir û hêzên dewletê destûr nedan ku welatî bi derfetên xwe jî vemirînin.
 
SALEK ZEHMET BÛ
 
Endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK'ê Ertugrul Barka diyar kir ku ji bo ekolojîstan salek zehmet bû, hiqûqeke ku ekolojiyê biparêze li holê tune û ev tişt got: "Av pêkêşê sermayeyê kirin. OHAL kirin hincet û hemû têkoşînên ekolojîstan asteng kirin. Bi OHAL û KHK'an fîrmayên li çoltaran xebatê dimeşînin, ji bo pêşî li têkoşpîna ekolojîstan bigirin, çekên lûledirêj dan peywirdarên fîrmayan. Li gel tiştên li rojavayê Tirkiyeyê diqewimin, li bajarên kurdan jî  ji ber şer û pevçûnan bûyerên mezin pêk tên û xweza tê talankirin. Çiyayên kurdan tên bombekirin, darên herêmê didin ber agir, çand û dîrok tê tunekirin. Rêbazên DAIŞ'ê di dixin dewrê. Dîsa di madenên li Şirnex û Şîrvanê bi dehan karkeran jiyana xwe ji dest da."
 
Barka destnîşan kir ku di sala 2017'an de têkoşîna ekolojîstan mezin bûye, gefên li dijî wan jî zêde bûne û di heman demê de êrîşê ekolojîstan jî hatiyekirine. Barka da zanîn ku ekolojîstên bi navê Alî Ulvî û Aysîn Buyuknohutçu li dijî kanên kevir bi salan bû li navçeya Fînîkeya Antalyayê têkoşiyan û her du hevjîn hatine qetilkirin û têkoşîna xwe ji ekolojîstan re hiştine.
 
‘BÊ AVÎ ZÊDE BÛ’ 
 
Barka anî ziman ku li Konyayê çolitî bi pêş dikeve, li Yozgatê ji ber madena zêrî û hilberîna ku li xwezayê tê belavkirin, zerareke mezin dide xwezayê û wiha pê de çû: "Ji ber polîtîkayên avê bê avî zêde bû û hişkahî bi pêş dikeve. Îsal gelekî hişkahî derket pêş. Raporên ÇED'ê ji zanyariyê dûr tên amadekirin."
 
‘ÎXANETÎ STENBOLÊ KIRIN, ÇAV BERDAN ÎZMÎRÊ’
 
Barka axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên wekî "Me îxanet li Stenbolê kir" jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vê îxanetê bi zanebûnî kirin. Li herêma Marmarayê her der kirin beton û niha çav berdane herêma Egeyê. Wekî berdewama pirê û balafirgehên li herêma Marmarayê, niha Projeya Derbasbûna Kendavê heye. Dê ev proje di sala 2018'an de bibe xala herî girîng."
 
Barka got ku ew ê di sala 2018'an de tolê hilînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke hişmendiya 2023'yan neguhere karesatên mezin li pêşiya me ne. Di salên 90'î de jî ew qas talana xwezayê pêk nehatibû. Sala 2017'an sala herî zêde zirar ji destê AKP'ê dîtibû. Ji ber ku AKP projeya talana xwezayê ye. Dê sewalkarî û çandinî ji holê bêrakirin. Di qadên sanayî, maden û înşaetê de paşketinek mezin heye û tune dibe. Heke gel nebêje 'raweste' dê sermayedar her tiştî tune bikin. Divê li dijî van hemû talanan, di sala 2018'an de têkoşîn mezin bibe."
 
MA / Rûken Demîr