Dest bi çandiniya şitlan hat kirin

img

ŞIRNEX - Li Cizîrê, welatiyên ku ji ber vîrûsa koronayê di malên xwe de dem derbas dikin, dest bi çandina şitlên sebzeyan kirin.

Ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19), welatî ev demek direj demê xwe di malên xwe de derbas dikin. Bi germbûna hewayê re welatiyan dest bi çandiniya zevî û baxçeyên xwe kirin. Welatiyên gundê Newala Îsa Axa  yê navçeya Cizîr a Şirnexê, dest bi çandinya şitlên sebzeyan kirin. Niştecihên gund, dest pê kê bi trektoran zeviyên xwe kulandin û dûre şitil çandin. Welatiyan diyar kirin ku niha îsot, xiyar û bacanê reş çandin, dûre jî wê pîvaz û bamiyan biçînin. Yek ji welatiyên şitil çandin Emîne Ruvanas, diyar kir ku ji ber taviyên baranê yên îsal çandiniya şitilan derenk ket. Ruvanas, da zanîn ku ji ber şewbê wan îsal zedetir sebze çandin û wiha axivî: “Me niha xiyar, îsot û bacanê reş çandin û emê dûre bamiyan, pîvaz, bexdanos û roka biçînin. Piştî çandina şitilan, avdayîn û zibil kirin pir girîng e.”
 
BI DESTÊ JINAN XWEŞIK DIBIN
 
Ruvanas, anî ziman ku li gorî rewşa hewayê 3 rojan çarekê zeviya xwe av didin û wiha got: “Ax bi keda me xweş dibe û hîn zêdetir hilberînê dide. Em beşekê hilberîna baxçeyê xwe li dost, cîran û hevalên xwe belav dikin û beşê din jî dibin bazarê difiroşin. Ji ber vîrûsê gelo emê karibin bifiroşin em nizanin. Hemû hilberînên me xwezayîne. Ji bilî zibilê heywanan em tişteke din lê nakin. Karekê zehmete lê pir xweşe. Ciwan axê dikulin, em jî şitilan diçînin. Dema destê jinan lê dikeve, şitil xweşiktir dibin.”
 
AXA XWE PARVE KIR
 
Ruvanas, dest nîşan kir ku wan beşek baxçeyê xwe bi 2 malbatên li navenda bajêr dijîn re parve kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “2 dinum axa me vale ma. Niha her kes ji ber vîrûsê bê karin û tiştekê nakin. Me jî axa xwe ji bo çandinê bi du malbatan re parve kir. Me ev her du malbat berê nas dikirin. Me got, li şûna ku zeviya me vale bimîne bila ew ji bo xwe biçîn in.”
 
MA / Mujdat Can