HDK’ê banga piştevanî û rêxistinbûnê kir

img
STENBOL - Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, diyar kir ku şewba vîrûsa korona ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, encama kapîtalîzma 200 salane û got: “Polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariyê ne xizmeta gel, xizmeta berjewendiyên şîrketan dike. Em li dijî vê banga piştevanî û rêxistînbûnê dikin.”
 
Meclîsa Ekolojiyêya Kongreya Civaka Gelan (HDK), encamnameya xwe ya Civîna Giştî ya 1’emîn a Serdema 10’emîn a di 11’ê Nîsanê de pêk anîbû, ji raya giştî re aşker kir. Di encamnameya bi daxuyaniyek nivîskî hat weşandin de, hat diyar kirin ku şaristaniya kapitalîzmê li tevahiya cîhanê li hemberî vîrûsa koronayê îflas kirinye û em îro şahidiya vê dikin.”
 
Di dewama encamnameyê de wiha hat gotin: “Kapitalîzma ku xwe weke ‘dawiya dîrokê’ û ‘ya herî baş’ pêşkêş dike, di encama pêşketinên 200 salan de, ber bi krîzeke ekolojîk a cîhanê ve hatiye. Di heman demê de bêedaletiya dahatûyê pir zêde bûye, bi mîlyonan mirov ji şert û mercên jiyanê yên bingehîn hatine mehrûmkirin, xwe ne gihandina ava paqij û xurekê civakê ber bi felaketekê mezin ve dibe. Belavbûna vîrûsa koronayê, di demekê kurt de veguherîna pandemiyê û mirina bi hezaran mirov, encamên krîzên ekolojîk û civakî yên kapitalîzmê dane avakirin in.”
 
ŞÎRKETAN BINGEH DIGIRIN
 
Di encamnameya hat parvekirin de ev mijar hatin nirxandin. Desthilatdarî şewba vîrûsa koronayê ji bo xwe kiriye hincet ku civakî hepsî malê bike û hemû riyan li mûxaletê bigire. Bi polîtîkayên neolîberal, ji bo şîrketên li dû qezencên xwe xizmetê dike. Desthilatdarî ne xizmeta gel, xizmeta berjewendiyên şîrketan dike. Li Tirkiyeyê, kedkaran neçarî xebatê dikin, extiyar û ciwanan hespî malê dikin, penaber, kesên bêmal û jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin. Ji bo van beşan tu bergirî tuneye. Desthilatdariyê bi vê yeke dijminantiya xwe ya li dijî civakî bi awayekê pir aşkere daniye holê.”
 
ÊRIŞÎ XWEZAYÊ KIRIN
 
Di encamnayê de qala dijminantiya xwezayê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Desthilatdariyê di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, valebûna kolanan ji bo xwe weke fersend dîtin û êrîşê xwezayê kirin. Li Yenîşehîra Bûrsayê komkujiya xwezayê kirin, li Yûsûfelî ya Artvînê dest bi avakirina HES’ê kirin, Li Îkîzkoy a Mûglayê santrala termîkê berfireh kirin, îhaleya Projeya Qenala Stenbolê kirin, gund û zeviyên çandiniyê yên Heskîfê ji ber Bendava Ilisû dibin avê de hiştin, ji bo avakirina baxçeyê netewî mekîneyên kar xistin Saldayê û li Afşînê çêkirina santrola termîkê qebûl kirin. Desthilatdarî di şewba koronayê de jî, ji bo qezenc û xizmeta şîrketan dest ji komkujiyên xwe yên ekolojîk bernedan.”
 
ÇARESERÎ RÊXİSTİNBÛNE
 
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê bal kişand ser çareseriyên divê bên pêşxistin jî û wiha dawî li encamnameya xwe anî: “Divê li hemû qadan rêxistinbûyîna cewherî bê avakirin. Ji bo ku pêşiya vê krîza ekolojîk bê girtin, divê berî her tiştî pêşiya krîza civakî bê girtin. Rojevên ekolojîk û demokratîk na be ku ji hev bên cudakirin û fikirîn. Divê têkoşîna ekolojîk di cihî, herêmî û asta neteweyî de bê kirin. Ev jî bi tevna rêxistinbûyînê ve girêdayî ye. Ji bo vê em banga piştevanî û rêxistînbûnê dikin.”