Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin

img
STENBOL - Emdamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK'ê Cemîl Aksû, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bêtir mirov dikeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha got: "Ji bo çareseriyek mayinde pêdivî bi pergalek ekolojîk û jiyanek nû heye. Divê ji bo çareseriyê Pergala li Rojava wekî mînak bê girtin.
 
Vîrûsa corona (Covît-19) li ser aboriya cîhanrê û li ser tenduristiya mirovan bandorek pir mezin çêkir. Her roj li tevahiya cîhanê bi hezaran mirov bi şewba Covît-19 jiyana xwe ji dest didin. Bi deh hezaran mirovên nû bi şewbê dikevin û pêla şewbê li tevahiya  welatên cîhanê belav dibe. Niha hemû welatên cîhanê û civakên li cîhanê li dijî vîrûsê ketine nava lêgerîna çareseriyê. Her çend teknolojî û tip  pêş ketiye jî heta niha di aliyê tibbî de dermanê vê nexweşiyê nehatiye dîtin. Li gel ku li gelek welatê cîhanê zêde belav bûye jî heta niha li Rojhilat û Bakurê Sûriyeya Demokratîk ev şewb xuya nebûye. Têkildarî sedem û çereseriya şewba vîrûsê Ekolojîst û Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK) Cemil Aksu, nirxandin kir. 
 
'CUREYÊN BÎYOJÎK BI LEZ TUNE DIBIN'
 
Ekolojîst Cemîl Aksû, bal kişand ser gotina Ramangerê komünist û siyasetmedar Antonio Gramscî ya “Berê ber bi dawî ve diçe, lê nû hêj derneketiye holê. Em di serdema ku gelek felaketên cur be cur pêş dikevin de dijîn. Rewşa fetretê ye." û wiha  got: "Berê gelek qeyran li ser ruyê cîhanê pêş ketin. Qeyrana vîrûsa corona li gorî qeyranên din cuda ye. Cudahiya mezin; cudahiya dîroka mirovahiyê û dîroka xwezayê ji holê radibe. Êdî tu kes qeyrana avhewayê înkar nake. Cureyên Biyolojik bi lez tune dibe. Zuhayî û hişkesalî pêş dikeve. Cemed û qeşayên Cemseran dihilin. Gelek semptomên qeyranan xwe nîşanî me didin. Bi talankirina ekolojik re, dîroka mirovahiye û dîroka xwezayê dibe yek. Sedema talankirin û wêrankirina ekolojik performansa kapitalizma 200 salan e." 
 
‘SEDEMA BELAVBÛNA VÎRÛSÊ BAZIRGANIYA TENDURISTIYÊ YE' 
 
Aksu, anî ziman ku yek ji sedema ku vîrûz ew qas bi lez belav dibe û mirovan dikuje, bazirganiya tenduristiyê ye. Êdî sektora tenduristiyê bi temamî bûye qadek taybet û bazirganiyê. Armanca ewil a şîrketan çawa kar bike ye. Ev pergal mirovan nexweş dike û piştre tedawî dike." 
 
QEYRANAN HIŞYARIYEK MEZIN PÊŞ XIST
 
Aksu, da zanînku ji ber qeyrana aborî ya li cîhanê li cîhanê nêzî 2.5 milyar nikare ava paqij vexwe û wiha got: "Nêzî 4 milyar mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn. Ev felaketa pêş dikeve bêtir mirovan dixe nava lêpirsînê. Mirov êdî di warê pêşerojê de bêtir bi fikar tev digerin. Şewatên li daristanên Amazonan, dîsa şewata bi mehan li Daristana Avustralyayê berdewam kir, niha jî şewba vîrûsa corona pêş dikeve. Heta ku ji bo her kesî edalet pêş nekeve, êdî dê tu kes nikaribe bi rehetî li mala xwe rûnê. Geşedanan nîşan da ku êdî dê kes nikaribe aram tev bigere. Qeyranên avhewa û qeyranên din dibe sedem ku bêtir mirov hestiyar û bi fikar tev bigere. 
 
‘ÇARESERÎ ZÊDEKIRNA MÎNAKA ROJAVA YE'
 
Aksu, anî ziman ku çareserî pêkan e û wiha got: "Divê berî her tiştî mirov xwe ji pergala kapitalist rizgar bike. Divê hema niha hilberîna şîrketên ku dibe sedema wêrankirina xwezayê bêne rawestandin. Divê çandiniya endustrîyal bê boykotkirin. Divê torên piştevaniyê bêne xurtkirin. Divê êdî komînên gund û bajaran bêne avakirin. Divê mînakên wekî pergala Rojava, Chiapasê bêne zêdekirin. Divê em pergala Rojava bikin mînak."