Parazvanên jiyanê çûn serdana Hevselê

img
AMED - Platforma Parastina Hevselê ger li darxist û bal kişand ser Baxçeyên Hevsel û Newala Dîcleyê.
 
Platforma Parastina Hevselê, bi ger û geştekî xwest balê bikişîne ser Baxçeyên Hevsel û Newela Dîcleyê. Cara 5'emîn e platform gerê li dar dixe û dixwaze gel di warê talana xwezayê de hişyar tevbigere. Di gerê de aktivîstên Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û parastvanên jiyanê jî piştgirî dan gerê.
 
‘LI HERÊMÊ AVAHIYÊN BETONÎ ZÊDE BÛN’
 
Aktîvîsta Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Çîgdem Aydin, da zanîn ku armanca gerê ew e, Hevsel û Newala Dîcleyê bê parastin û ev tişt got: "Ji bo Hevsel û zindiyên li herêmê bên parastin, dê ev ger dewam bikin." Aydin bal kişand ser qirêjiya li Newala Dîcleyê û Baçxeyên Hevselê jî û wiha got: "Li newalê avahiyên betonî zêde bûn û pêşeroj ji vê bandor dibe. Pergala kapîtalîst bandoreke xirab li ser xwezayê dike û divê bi piştgiriyê em ji vê talanê re bibin bersiv."
 
‘AVA ÇEMÊ DÎCLEYÊ KÊM DIBE’
 
Mexdûrê KHK'ê Alk. Doç. Dr. Zekî Kanay jî destnîşan kir ku Amed bi Dîcleyê heye, û wiha axivî: "Newala Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê girîng in. Pergala xwezayî ya newalê tê tunekirin. Dîsa texrîbata li ser Çemê Dîcleyê zêde dibe. Ji ber kanên xîzê texrîbata di çem de zêde bûye. Bi vê rêyê dixwazin Çemê Dîcleyê tune bikin."
 
Kanay aşkera kir ku di Çemê Dîcleyê de gelek cureyên masiyan dijîn û wiha pê de çû: "Ji ber texrîbatê ava çem kêm bûye. Divê her kes ji bo Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê dengê xwe bilind bike."