Hişyariya qanûna Torbe: Dê derya bibin çol û perav dûr bikevin

img

ÎZMÎR - Bi qanûna Torbe ya di Meclîsê de tê nîqaş kirin re dixwazin qanûnên çêre û peravan biguherin. Ekolojîst Beyza Ustun, raya giştî hişyar kir û wiha got: “Dê derya bibin çol û perav jî dûr bikevin.”

Di rojên bûrî de du beşên “Projeya Qanîna Daîreyê Guhertina Qanûna Hin Baceyan û di KHK’an de” di meclîsê de hat erêkirin. Di projeya 2 jê demborî  125 madeyên asîl biguhertina 63 KHK’an re di Qanûna Çêre û Peravan de jî guhertin hat erêkirin. Bi guhertinên Qanûna Çêre û Peravan re, dê encamên neyênî derbikevin holê.  
 
‘DÊ PERAVAN LI GEL BIGIRIN’
 
Berdevka Meclîsa Ekolojîst a HDK’ê Beyza Ustun, diyar kir ku pergala eko ya hemû peravan dixwazin bê şert û merc dewrî şîrketan bikin. Ustun, da zanîn ku dê li hemû peravan otelan, marîneyan çêbikin û wiha axivî: “Dê peravan teslîmê şîrketên taybet bikin. Bi vê awayê dê peravan li gel bigirin. Dê bi pêşnûmeyê re dest bi projeya Kanala ji Stenbolê heya  Bajarê Kevnaf ê Efesê bikin. Bi projeyan dê bi destên şîrketan behran tije bikin û tûnelên mezin dibinê avê de çêbikin. Wê demê dê pergala eko ya behran tune bibe, derya bibin çol û kesê xwe negihîne ber peravên avê.”
 
‘LI DIJÎ XWEZA Û CIVAKÊ ŞER DESTPÊKIRIN’
 
Ekolojîst Ertugrul Barka jî, diyar ku dixwazin bi qanûnên nû gel ji çêre, mêrg û qadên jiyanê qût bikin. Barka, da zanîn ku qadên jiyanê yên mîna biyolojîk, aborî, civakî û çandî kirine bazarê. Barka dest nîşan kir ku ji bo sermayeya xwe mezin bikin, bi guhertina qanûna dixwazin ser xweza û civakê şer bidin destpêkirin.