‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'

img

ÎZMÎR – Folkart Yapi ya malbata Ethem Sancak li ber Kulturparka li herêma Basmaneyê ya navçeya Konakê balaxaneyek (gokdelen) ava kir. Endamên Platforma Kulturparkê bertek nîşanê balaxaneyê dan û aşkera kirin ku desthilatdariyê tenê îxanetî Stenbolê nekiriye, îxanetî Îzmîrê jî kiriye. 

Erdê li herêma Basmaneya navçeya Konaka Îzmîrê, wekî "Çala Basmaneyê" tê zanîn û 17 sal e pirsgirêka wê çareser nebûye. Ji hêla Tevahiya Aborî û Bazirganî ya Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Egeyê, Fona Sîgortaya Mevduat Tasarrufê (TMSF) ve ev erd hat îhalekirin. Îhaleya ku qasî 80 milyon dolar dike, Lîvamîne Mademcîlîk A.Ş. Folkrat Yapi ya girêdayî Saya Grupê kirî. Ev fîrma jî girêdayê malbata Ethem Sancakê ku gotibû "Ez aşiqê Erdogan im." Rapora ku pişt re hat amadekirin, pêvajoya ÇED'ê dest pê kir. Qada ku wekî duyemîn cihê sît û dîrokî tê zanîn û li nêzî Kulturparkê ye, dê li ser du avahiyên 67 û 48 qatî bên çêkirin.
 
Di di avahiyê de 450 jîngeh, 170 beşên serbixwe û navend, 40 heb navendên bazirdaniyê yên serbixwe, dê hebin û wê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî sedî 30 dê hîsse bide û bibe xwediyê parê. Ji bo şaredariyê di Bloka B'yê ya balaxaneyê dê 31 hezar û 200 metrekare qad bê veqetandin, ji bo avahiyan 450 milyon lîre berdêla projeyê hat veqetandin. Tê gotin ku dê projeya înşaetê di sala 2020'an de biqede, endamên Platforma Kulturparkê aşkera kirin ku di dilê bajêr de xencerek tê bi cihkirin.
 
ÊDÎ LI BAJÊR NIKARIN BIJÎN
 
Endama Platforma Kulturparkê Prz. Çîgdem Ozbay, da zanîn ku li tevahiya bajêr pêşî li bilindahiya avahiyan hatiye vekirin û ev jî bi xwe re bajarekî berevajî tîne. Ozbay piştrast kir ku berê ev herêm girêdayî Kulturparkê bûye, pişt re şaredariyê ji îmarê re vekiriye û berpêşî firotinê kiriye û wiha got: "Li vir cihê 100 metrekare yê îmarê heye, 240 hezar metrekare ji bo înşaetê tê veqetandin. Bi vê înşaetê re dê çand û dîroka Basmaneyê biguhere."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'
 
Ozbay dest nîşan kir ku dê şaredarî avahiya xwe ya xizmetê bikişîne nav balaxaneyan, lê gelê Îzmîrê avahiyeke xizmetê ya di nava balaxaneyan de naxwaze. Ozbay da zanîn ku şaredarî serbixwe û cihekê aîdê gel e, lê li gorî wê tevgerîn tune. Ozbay piştrast kir ku heta niha çawa li dijî van pêkanînan di çalakiyê de bûne, dê ji îro şûn ve jî çalakiyên xwe dewam bikin.
 
Endamê Platforma Kulturparkê Erol Çirak jî diyar kir ku gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "Me îxanet li Stenbolê kir" bi bîr xist, got ku "Ne tenê ji Stenbolê re, îxanet li Îzmîrê jî kirine" û wiha pê de çû: "Li Îzmîrê dîrokek 3 hezar salî heye. Di nava vê dîroka 3 hezar salî de raçîngeke (doku) civakî heye. Di 5-6 salên dawî de îxaneta li Stenbolê re kirin, di bin navê texrîbat û bajarvaniyê de her tiştî teslîmî TOKÎ'yê kirin û mixabin ev anîn Îzmîrê jî. Avahiyên destpêkê li herêma Salhaneyê ava kirin. Mixabin şaredariyên herêmê jî tev li vî sûcî bûn. Ev hevkarî ne nû ye. Hem desthilatdariya AKP'ê û hem jî Şaredariya Bajarê Mezin bi hev re vî sûcî dikin."
 
Çirak got ku ev li dijî rêgezên bajarvaniyê ye û aşkera kir ku tişta ku AKP'ê li Stenbolê nekir, dixwaze li Îzmîrê bike û ev wekî îxaneta li dijî bajar pênase kir.