Çar aliyên Dersimê dişewitin

img

DERSIM - Şewatên 3 mehin li Dersimê didomin, ji şevê din ve belavî çar aliyên bajêr dibe. 

 
Şewatên daristanan ên piştî operasyona leşkerî li Dersimê rû dan, ji şevê din ve belavî çar aliyên bajêr dibe. Şewatên heyî li herêma Ahpanos a navçeya Pulur, herêmên Geliyê Roj, Harsî, Arekî û Zargovît berdewam dikin. Şewata li qada bi sedan hektar erd didome, belav dibe. Îro jî li cihê Pîlvenk a girêdayî navenda bajêr şewatê rû da. 
 
BI OPERASYONAN RE MAZGÊRD JÎ DIŞEWITE 
 
Li aliyê din, duh bi şev li navçeya Mazgêrda Dersimê, di encama operasyonê de  li herêmên Kale û Geban şewat derket. Hat diyar kirin ku şewat heya  gundê Kale hatiye û ji ber operasyonê, ji bo ketin û derketina gundiyan destûr nayê dayîn.
 
SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: LEŞKER DESTÛR NADIN
 
Serokê Şaredariya Mazgêrdê Tekîn Turkel, diyar kir ku operayona leşkerî berdewam dike û got: “Şewat heya gundê Kale hatiye. Me mûdaxileyê agir kir ku  ne peke nava gund. Lê li herêmên cuda her  ku diçe şewat berfireh dibe. Leşker destûrê nadin em şewatê vemirînin.”