‘Destê xwe nedin daristanan’

img
STENBOL - Parastina Daristanên Bakur piştevaniyê da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Elmanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan. 
 
Parastina Daristanên Bakur, bi boneya pişteveniya parazvanên xwedî li Daristana Hambach a li Elmanya bi rojane di bin êrîşan de ne li ber Sefaretxaneya Elmanya ya li Taksîma Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Gelek aktîvîstên parastina daristanan tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Hikumeta Elmanya destê xwe ji ser Daristana Hambach û Daristanên Bakur rakin” û “Em li cem bira û xwişkên xwe yên Daristana Hambachê diparêzin cih digirin” û dovîzan hildan. Her wiha aktîvîstan ji bo qada jiyanê ya sihoran tune dibe, rûpoşên şiklê sihoran dan serê xwe. 
 
Polîsan daxuyaniyê dorpêç kir û xwest ku hoperlora deng bi kar neynin, lê tevî astengkirinê jî aktîvîstan di hoperlorê de daxuyanî da. 
 
‘DÎROKA 12 HEZAR SAL TUNE DIKIN’ 
 
Li ser navê aktîvîstan ji Parastina Daristanên Bakur Prof. Zerîn Bayraktar daxuyanî da. Bayraktar bi bîr xist ku yek ji qatilê herî mezin ê Daristanên Bakur Elmanya ya hevkariya çêkirina Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dike ye û Elmanya ji bo madena lînyîtê ya welatê xwe mezin bike Daristanên Hambachê talan dike. Bayraktar anî ziman ku Daristanên Hambachê xwedî dîroka 12 hezar salan e û ji bo madena lînyîtê ji sedî 90 hatiye tunekirin û bi boneya ji sedî 10 neyê tunekirin 5 sal e hogirên wan li wir têkoşîna parastina daristanê didin. Bayraktar got dewlet dixwaze bi mudaxeleyê hogirên wan ji daristanên wan bike. 
 
‘DESTÊ XWE NEDIN DARISTANAN’ 
 
Bayraktar bi bîr xist ku ji 13’ê îlonê vir ve bi beşdariya hezaran polîs operasyona ji bo çalakvanan ji daristanê derbixe didome û got: “Di mudaxeleya polîsan de rojnameger Steffen ê bi demek dirêj e berxwedana daristanê dişopîne jiyana xwe ji dest da. Daristana Hambachê bi hevkariya şîrketên emperyalîst hatin kirin û talan dikin. Li daristana ji sedî 10 maye 140 cûre zîndewer di bin tehdîdê de ne. Em carek din dibêjin şîrketên emperyalîst û dewletên îxanetê li gelan dikin, destê xwe nedin Diristana Hambachê û Daristanên Bakur. Em li vir ji hogirên xwe yên li Daristana Hambachê re dibêjin findên xwe pêxin, stranên xwe bêjin û paş de gav neavêjin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.