Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê

img
AMED – DSÎ li ser nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl xebata pakkirina li ser Geliyê Dîcleyê ku li Baxçeyên Hevselê ye rawestandibû. DSÎ carek din ji nû ve dest bi xebata pakkirinê kir. 
 
Saziya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser daxwaza Wezareta Bajarvaniyê û Hawîrdorê di bin navê projeya “Geliyê Dîcleyê” de xwest xebatên pakkirinê (islehê) bike. Li ser vê yekê rêxistinên saziyên civakî yên sivîl bertek nîşan dan û DSÎ neçar ma xebata xwe rawestîne. Geliyê Dîcleyê bi hezaran cûreyên xwe yên nebatan û şînahiya xwe tê zanîn. Projeya dixwazin li ser Geliyê Dîcleyê çêbikin dê hemû baxçeyên Hevselê jî wêran bike. Baxçeyên Hevselê di lîsteya Mîrasên Çandî yên Cîhanê de cih digire û naxwaze ku zirarek bê serê Baxçeyê Dîcleyê yê 8 salî. DSÎ ya xebatê rawestandibû, carek din makîneyên xwe berda û xebatê da destpêkirin. 
 
‘PROSEDÜRE UYULMUYOR’
 
Sekreterê Desteya Kordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Dogan Hatun bertek nîşanî wêrankirina Baxçeyên Hevselê da û got xebata DSÎ li ser geliyê Dîcleyê bi rêve dibe ne li gorî prodesûrê ye. Dogan anî ziman ku Baxçeyên Hevselê yên bi xweşakiya xwe ya xwezayî û dîroka xwe tên nasîn di bin tehdîda DSÎ’yê de ye û got: “Karê dewletê ew e ku Baxçeyên Hevselê biparêze. UNESCO jî ji bo vê yekê tiştek nake. Heke neyê parastin dê bi destê dewletê ji Lîsteya Mîrasên Kulturî ya Cîhanê bê derxistin. Heke UNUSCO qebûl neke gelo dê bibêjin pardon? Projeyek ku veguherîna wê nîne.” 
 
'DOZGERÎ JÎ BÊDENG DIMÎNE'
 
Dogan da zanîn ku heke ev proje dewam bike dê zirarek mezin li hevsengiya xwezayê bike. Dogan destnîşan kir ku ji bo ew pêşî li vê talana xwezayê bigirin serî li Dozgeriya Amedê dane û Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî div ê mijarê de bi israr bêdeng dimîne. Dogan diyar kir ku ew ê li dijî vê projeyê bêdeng nemînin û ew ê li pêşiya projeyê bibin asteng. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz