DEDEF: Yên bêdeng dimînin yên dixwazin li Dersîmê bendavê ava bikin in

img
STENBOL - Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen, helwesta Greenpeace û gelek rêxistinên derdor û ekolojiyê rexne kirin û diyar kirin ku kesên li dijî şewata daristan û çiyayên Dersîmê bêdeng dimînin, ew hêzên ku dixwazin li Dersîmê bendav bên avakirin in. 
 
Şewata li Çiyayê Dersîmê ya li herêma Geliyê Balî, Mezrika Balî, Çiyayên Muşkirek, Bakir û Çirtikê ku di encama bombebaran û topbaranê de dest pê kir, tevî hemû mudaxaleyên welatiyan belav dibe. Tevî hemû bangên welatiyan saziyên fermî temaşe dikin û mudaxale nakin. Welatiyên herêmê tevî astengiyan bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin. Li aliyekî li bajarên Ege, Marmara, Derya Spî û Derya Reş darek bişewite, hemû sazî û dezgehên dewletê seferber dibin û dikevin nava hewldanan. Lê bi hefteyan e li Dersimê daristan dişewite, li şûna mudaxale bikin li pêş welatiyan dibin asteng. Sekreterê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Hasan Şen, helwesta Greenpeace û gelek rêxistinên derdor û ekolojiyê rexne kirin û diyar kirin ku kesên li dijî şewata daristan û çiyayên Dersîmê bêdeng dimînin, ew hêzên ku dixwazin li Dersîmê bendav bên avakirin in. 
 
‘LI ROJHILAT DIJMINÊ KEDÊ, LI DERSÎMÊ DIJMİNÊ MIROV IN'
 
Şen, anî ziman ku Dersîm yek ji cihê daristana wê herî zêde ya Tirkiye ye û wiha got: "Li derdora Geliya Munzurê û cihên din daristan gelek zêdeye. Bi piranî gund di qada daristanê dene. Bi şewata ku li herêmê tê geşkirin armanc dikin ku jiyanê û xwezayê tune bikin. Li Dersîmê her sal operasyonên eskerî tên meşandin. Piştî operasyonên eskerî daristan tê şewitandin. Dersîm, cihê ku kurdên elewî zêde dijîn e. Dîsa cihê têkoşîna azadiyê lê zêde ye. Her dem li dijî pergalê bûye mûxalif. Her dem pergalê ji bo xwe kiriye wekî serê kwînêrê. Ev yek wan bêzar dike. Di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re' dixwazin vê axê bê mirov bihêlin û jiyanê tune bikin. Di vê pêvajoya ku sewalkarî û çandinî tê kirin bi zanebûn daristanê dişewitînin. AKP polîtîkaya talankirina xwezayê û kedê pêş dixe. Li bajaran kedê talan dike û li warên bejayî jî xwezayê talan dike. Li Derya Reş, Spî, Ege û marmarayê kedê tune dike. Li Dersîmê jî xweza û jiyanê tunedike. Dijminantiya mirovan dike. Li Dersimê zêr û sîm hatiye dîtin. Ji ber vê yekê dixwaze rê li pêş sermayê  veke." 
 
BI ŞEWATA DARISTANÊ TÊKOŞÎN NAYÊ KIRIN
 
Şen, da zanîn ku bi şewata daristanan û qedexeya zozanan 'Têkoşîna bi terorê re' nayê kirin û wiha berdewam kir: "Ger ku bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê bi riya demokrasî bi riya mafên mirovan çareser bikin. Bi talankirin û wêrankirina qada jiyana mirovan pirsgirêk çareser nabe. Daristan hem ji bo mirovan û hem jî ji bo zindiyên din yek ji cihê herî girîng ê jiyanê ye û divê bê parastin. Gelê Dersîmê jiyana xwe ji nîmeta çiya û geliyê Dersîmê deyndar e. 
 
Şen bal kişand ser şewata Mudanya ya Bûrsa ku di 11'ê Tebaxê de bi daristanê ket û wiha got: "Di şewata daristana Mudanya de 58 maşîneyên agirkuj, 5 helîkopterê vemirandina  û bi sedan yekîneyên agirkujê mudaxaleyî şewata daristanê kirin. Lê di şewata Daristana Dersîmê de destûr nadin ku gundî jî mudaxale bikin. Tenê mirov dikarin temaşe bikin. Ev ji bo me rewşek kambax e. Ev bêzariya dewletê nîşan dide. Bi salan e maf tê binpêkirin. 
 
‘RÛPOŞA GREENPEACE BI SALAN E KETIYE' 
 
Şen, helwesta Greenpeace jî rexne kir û wiha bi dawi kir: "Greenpeace, li ser banga medya civakî dibêje 'Li herêmê mijarek polîtik heye em nikarin mudaxale bikin' Di esasê xwe de parastina xwezayê polîtîk e. Ji xwe tu hêvî û bendewariyên me ji Greenpeace tune ye. Bi salan berê rûpoşa wan ket. Saziyen Greenpeace, Tema, Komeleya Doga xwe bi sermayê xwedî dikin. Tu armanca wan a parastina xwezayê tune ye. Tu tiştekî li xweza û ekolojiyê zêde bikin tune ye. Yên bêdeng dimînin ew kesên ku dixwazin li Dersîmê bendavê ava bikin in. Yên dixwazin çavkaniyên Dersimê talan bikin in. 
 
'EM BI RUHÊ SEFERBERİYÊ MUDAXALE BIKIN' 
 
Divê her kes bi ruhê seferberiyê mudaxaleyî şewata daristana Dersîmê bikin. Divê her mirovên Dersîmî ji vê saetê û şûnde dersa Daristan çawa tê vemirandin fêr bibin. Di 70 salan de bi hezaran şewat li daristanê derket. Lê tenê ji sedî 2 tesadufî ye. Yên din tev bi zanebûn û plan tên şewitandin." 
 
MA / Melîke Ceyhan