‘Li Heskîfê hem Tofana Nûh hem jî talankeriya Moxolan bi hev re rû didin'

img

ÊLIH - Rêveberê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayê Emîn Bûlût, bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle û got: "Li Heskîfê Tofana Nûh û Dagiriya Moxolan bi hev re rû dide." 

 
Li Heskîfê ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê, sala çûyîn Tirba Zeynelbeg hatibû veguhastin. Piştî tirbeyê vê carê jî Hemama Artûklûyê hat veguhastin. Rêveberê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayê Emîn Bûlût, diyar kir ku Tirbeya Zeynelbeg bi mîmariya Caferiyan hatiye çêkirin û got: "Tirbeya Zeynelbeg şînoka Heskîfê bû. Çend roj berê jî Hemama Artûklûyê hat veuhastin. A rast ne aîdî Artûklûyan e, aîdî romayiyan e. Tenê Artûklûyan ew restore kiriye û di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de navekî wisa lê hatiye kirin. Lê ji bo çi tê veguhastin? Ji bo çi xweza û dîrok tê texrîbkirin. Xweza û dîrok xweş e. Berê jî dar veguhastibûn û niha ew dar hişk bûne." 
 
'QIRKIRIN E'
 
Bûlût, destnîşan kir ku karê veguhastinê perçeyeke Plana Şerq Islahatê ne û got: "Li vira dîrok û xweza tê qirkirin. Em pir xemgîn in. Dîroka bi hezaran salan ji bo pereyan û rantê tê veguhastin û qirkirin. Ji bo mirovekî lebatên wî çawa xwemaliya wî be, veguhastina vê dîrokê jî tê wateya jêkirina lebatên hundurîn ên Heskîfm." Bûlût, destnîşan kir ku ji bo van kirinan tiştek ji destê wan nayê û got: "Em xemgîn in. Ji ber ku muxalefet hemû hatiye bêdengkirin mixabin ji destê me tiştek nayê." 
 
'BERHEMÊN DÎROKÎ TÊN TALANKIRIN' 
 
Bûlût, bilêv kir ku li Heskîfê dîrok tê dubarekirin û got: "Li Heskîfê talankeriya duyem a moxolan rû dide. Heta mirov dikare bêje ku bi bendavê re li vira Tofana Nûh rû dide. Heskîf bi herdu rûxandinan re rû bi rû maye. Ya ewil bi bendavê re dê di bin avê de bimîne, ya duyem jî talankirina berhemên dîrokî ye. Li hemberî vê qirkirinê Ewropa xwe li bêdengiyê daniye, muxalefet xwe li bêdengiyê daniye, em bêdeng bûne û nizanin dê çi bikin." 
 
'UNESCO RÊ LI BER RANTÊ VEDIKE' 
 
Berdevkê Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ridvan Ayhan jî, dstnîşan kir ku ew li dijî veguhastina berhemên dîrokî be û got: "Dîrok li cihê xwe xweş e. Em naxwazin li cihekî din li dîrokê bigerin, em dixwazin li cihê wê lê bigerin. Li cîhanê cara yekem e ku dîrok li Tirkiyeyê tê veguhastin." Ayhan, destnîşan kir ku li hemberî veguhastinê UNESCO jî xwe li nedîtinêd atîne û got: "UNESCO bi vî awayî rê li ber rantê vedike. Dîrokeke xwedî 12 hezaran sal bi destê UNESCO'yê tê tunekirin." 
 
Ayhan, bilêv kir ku Heskîf tenê ne dîrok e û got: "Heskîf tenê ne du minare, hemamek û tirbeyek e. Heskîf gor in, şikeftin, qadeke mezin e. Ji zanîngehên ewil ên cîhanê yek jê li vira ye. Heta niha tenê ji sedî 25'ê Heskîfê hatiye kolandin, ji sedî 75'ê mayî jî dê di bin avê de bimîne. Eger bê xwestin dikarin bêyî ku Heskîf di bin avê de bimîne bendavê çêbikin." 
 
MA / Metin Yoksu