Niha jî bi JES'an gel koçber dikin

img
WAN – Ekolojîst Fatîh Şahîn bertek nîşanê JES’ên li navçeya Ebexa Wanê çêdibin da û got: “Berê bi planên islahatê gel ji cih û warên wan didan koçkirin. Îro jî ji ber lêkirina HES û JES’an gel bê erd dimînin. Gelê ku erdê wan dikevin bin avê û xesar dibînin û dibin çol neçar dimînin ku koçê metrepolan bikin.” 
 
Di 2017’an de li herêma Ayrancilara navçeya Ebexa Wanê  dest bi çandiniya firîngiyan ku bi serayên bi enerjiya jeotermal tê germkirin kirin. Piştî lêkolînê hat zanîn ku jeotermala li herêmê ji bo hilberîna ceyranê jî dibe. Ava germ a 140 derece germ ku di 2-4 hezar mîtro bin erdê de ye bê derxistin û li navçeya Ebexê Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bê lêkirin. Ekolojîstan bertek nîşanê vê dan û bal kişandin ser xetereyên ku ji ber JES'an pêk bên.
 
Li gor lêkolînên hatin kirin li Wanê 9 hezar megavat potansiyela enerjiya Rojê heye. Ev potansiyel têra pîwîstiya ji sedî 8’ê enerjiya Tirkiyê dike. Lê di cihê Santrala Enerjiya Rojê (GES) lê bikin de, Santrala Hîdroelektirîk (HES) û JES’an lê dikin. Di cihanê de bêtir ji GES’an hilberîna ceyranê dikin. 
 
‘JES’ XWEZAYÊ TALAN DIKIN’
 
Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku JES xwezayê talan dikin û wiha pêde çû: “JES’ê ku dewletê çêdike, piştî çîkrinê pêşkêşî ratxuran dike.  Di JES’an de ceyran bê hilberandin. Ji bo vê jî ava binê erdê bi luleyan bê derxistin û bi wî ava kelandî hilberîn bê kirin. Dema van avên kelandî bên derxistin, dê bi xwe re madenên wek kûkûrt, karbondîoksît, xwê, asîta sulfur, arsenîk, bor, civa û hwd. derxe. Ev jî dê bibe sedem ku ava li rûyê erdê ku zindewar vedixwe û di çandiniyê de bikar tê qirêj bike. Eger tişteke wisa pêk bê dê bixwe re xwazayê hem talan bike û hem jî wêran bike. Ev av dê rast here Gola Wanê û masiyên încikefal ji ber vê bimirin. Her wiha erd û mêrgên ku bi van avan bên avdan jî di nav demê de xesarên mezin bibînin. Ne tenê zindewar û nebat, bo ku mirov bi wan xwedî dibe dê mirov jî xesarê bibîne.” 
 
'ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ NAMÎNE'
 
Şahîn destnîşan kir ku şêniyên li herêmê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike û wiha got: “Ava qirêj bê kontrol bimîne nebatên xwezayê dê bixesirin. Sewalên ku van nebatan bixwin dê nexweş bikevin. Bi vî haletî dê nexwaşî li mirov jî bigere. Her wiha xesara mezin ya arsenigê heye. Arsenîg kîmyasale. Mirov hêdî hêdî dikuje. Di nav salan de dê bibe sedemê pençeşêra mesane, gewrî û qirikê. Çêkirina van santralan li herêmê hem xwezayê û hem jiyana şêniyan pir zêde bixesirîne.”
 
‘GES DIKARE BIBE ALTERNATÎF’
 
Şahîn bibîr xist ku Wan gelek zêde tîrêjên Rojê dibîne û wiha vegot: “Li cîhanê GES wek alternatîfa HES û JES’an tên lêkirin. Lê wisa nakin. Bi lêkirina HES û JES’an hewa, av,ax û coğrafya herêmê qirêj dikin. GES tu xesara xwe nîne. Lê li herêmê çênakin. Êdî li cîhanê GES wek alternatîfên HES, JES û Santralên Ceyrana Bayê (RES) tên lêkirin. Mixabin li herêmê kîjan xesartir be ew tê çêkirin. Niha jî van HES û JES’an tên çêkirin. Şênî dê ji ber vê nikaribe sewalkariyê bike û bi neçarî koçê metropalan bike. Li herêmê çavkaniya yekane sewalkariye. Dema bi derxistina avên binê erdê re madeyên jehrî dertên xwezayê dikin çol û sewalkarî dimire. Kesên bê debar man neçarê koçê dibin. Heke JES’a li Ebexê çêbe netenê Ebexê dê bi xwe re xwezaya navçeya Beygiriya Wanê jî bike çol û dê li wê jî çandinî û sewalkarî biqede.” 
 
MA / Mahmut Ruvanas