Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin

img
ÎZMÎR - Şewatên li Îzmîr, Manîsa, Aydin û Ûşakê didomin û belav dibin. 
 
Şewata li devera Yamanlar Karatepe ya bi ser navçeya Karşiyaka Îzmîrê ve di 15’ê tebaxê de derket, di roja 4’emîn de berdewam dike. Her wiha şewatên li navçeyên Urla, Çeşme, Bayindir, Tîre û Menderes yên Îzmîrê jî berdewam dikin. Ji gelek gundên nêzî herêmên şewatê welatî hatin tehliyekirin. Hat zanîn ku mudaxileya vemirandina şewatan jî bênavber dike. 
 
Li navçeya Gordes a Manîsayê, li navçeya Bozdogan a Aydinê û li navçeya Eşme ya Ûşakê jî şewatên ku derketine didomin. Hat ragihandin her çiqas mudaxile tên kirin jî lê hê agir nehatiye temartin û şewat belavî deverên din dibe. Li van navçeyan jî gelek gundên nêzî cihê şewatê hatin valakirin.