Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan

ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, diyar kir ku Şirnex ji bo talankirina xwezayê bi taybet hatiyê hilbijartin û got: "Li Şirnexê bi birîna daran ji sedî 8 qadên daristanê kêm bûne. Birîna daran her roj didome. Dibe ku Şirnex di demeke nêzîk de bibe erdekî bêdar û daristan." 

Di salên 1990'î de li Şirnexê gelek gund hatin valakirin û ji gundên ku hatin valakirin darên wan jî hatin şewitandin. Darên ku piştî şewatê careke din mezin bûn  ji sala 2018'an vir ve careke din tên birin. Bi hinceta "Ewlehiyê" li Şirnexê gelek qadên bi daristan hatin tunekirin. Qadên daristanê yên wêranbûyî bi kanên komirê, maden û xebatên petrolê dane şîrketan. Xweza û çerxa ekolojîk a Şirnexê ji ber petrol, maden, kanên komirê û bendavan tê wêrankirin. Birîna daran li herêmên Gabar, Cûdî, Çilenimêja û Komatê yên Şirnexê didome. Talankirina qadên bi daristan bandorê li avhewa û jîngeha nebatan jî dike. Ji ber wêrankirina xwezayê, cihêrengiya zindiyên li Şirnexê jî tê tunekirin. 
 
Ji bo pêşî li talana ekolojiyê ya li Şirnexê bê girtin, saziyên ekolojiyê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Şirnexê her hefte bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryar dan ku balê bikişînin ser wêrankirina ekolojiyê. Hevberdevkê Şaxa Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Şirnexê Adnan Şenbayram xeteriyên talankirina ekolojiyê û çalakiyên li dijî wê bên lidarxistin nirxand.
 
Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram
 
'ŞIRNEX WEK NAVENDA TUNEKIRINA EKOLOJIYÊ HATIYÊ HILBIJARTIN'
 
Şenbayram diyar kir ku Şirnex bi taybetî weke navenda tunekirina ekolojiyê hatiye hilbijartin û got ku li Şirnexê tunekirina daristanan polîtîkaya dewletê ye. Şenbayram anî ziman ku armanc valakirina herêmê ye û wiha got: “Em nikarin talana ekolojîk tenê li ser serdema piştî 2016’an esas bigirin. Xerakirina ekolojiyê ya li Şirnexê bi armanca bêmirovhiştina herêmê bi valakirina gundan a salên 1990'î ve dest pê kiriye. Dema gund dihatin valakirin bi şewitandina dar û daristanan qadên jiyanê yên gel xera dikirin. Darên ku wan şewitandin dîsa şîn bûn. Ji bo vê jî polîtîkayên îmhayê pûç bûn. Ji sala 2018’an ve bi taybetî li Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê birîna daran zêde bûye. Cudahiya van birîna daran û salên 90’î heye. Salên 90'î dar û daristan dihatin şewitandin, niha jî bi şiklê ji holê rakirinê dar ji kokê ve tên rakirin. Bi rakirina darê armanc dikin ku careke din dara li wir şîn nebe. Di rastiyê de ev versiyona plankirî ya wêrabjşrşba ekolojîk a Şirnexê ye. Ji sala 2018'an ve heta niha bi tonan dar hatine birîn û ji bo firotinê şandine bajarên cuda." 
 
'PÊŞKÊŞÎ SERMAYEDARAN DIKIN' 
 
Şenbayramê anî ziman ku ji ber xebatên lêgerîna petrolê û kanan li Şirnexê qadên daristanî hatin tunekirin û wiha domand: “Xerakirina ekolojîk bi birîna daran re sînordar nîne. Her wiha bi kanên madenê û komirê jî xweza tê talankirin. Li navçeya Qilebanê kana zincê tê hatiye çêkirin. Li Gabarê xebatên lêgerîna petrolê dewam dikin. Dema em li van hemûyan dinêrin, qadên daristanên li wir ji ber lêgerîna neft û madenê wêran bûne. Divê wêrankirina qadên daristanî tenê wekî tunekirina ekolojîk neyê hesibandin. Di heman demê de ji sermayedaran re cihê qezenc û rantê vedike. Bi pêşkêşkirina Şirnex ji bo sermayedaran, Şirnex wek navenda talan û qezenca temam hat hilbijartin. Gelek sedemên vê yekê hene. Yek jî ji van dibe ku ji ber desthilat nikare ji aliyê siyasî ve li vir serbikeve dixwaze bi talankirina xwezayê bersivê bide." 
 
'ŞIRNEX DI XETERÊ DE YE'
 
Şenbayram da zanîn kıu ku li Şirnexê di salên dawî de daristan ji sedî 8 kêm bûne û wiha pêde çû: "Bi wêrankirina qadên daristanê re cureyên zindî yên wekî pezkovî kêm bûn e. Li gel wêrankirina ekolojiyê çandinî û sewalkarî jî kêm bûye. Birîna daran her roj didome. Dibe ku Şirnex di demeke nêz de bibe erdek bêdar û daristan. Bi wêrankirina daristanan re ji ber bendavan ava vexwarinê jî kêm dibe. Bi heman awayî, ew krîza avhewayê jî derdixe hole. Yanî birîna darekê ne tenê ji bo hin kesan cihê qezencê vedike, di heman demê de gelên li wir dijîn jî bi awayekî cidî tehdîd dike. Niha germahî ji normên demsalî pir zêdetir in. Germa li herêmên ku berê li Şirnexê wek zozan dihatin binavkirin êdî havînê jî germ e. Li qadên ku dar tên birîn xebatên lêgerîna madenê dewam dikin. Herêm cihê ku dewar û pez lê tê xwedîkirinê ye. Lê ji ber wêrankirina daristanan û lêgerîna madenê sewalkarî jî êdî nayê kirin. Ji ber vê sedemê pêwîst e li ser zirar û metirsiyên ku ji ber wêrankirina ekolojîk çêdibin pir alî meriv li serê bisekine. Divê ev ne tenê wekî birîna daran were dîtin, lê wekî rûxandinek ku hemî jiyanê dixe xetereyê bê dîtin."
 
'EM BI HEV RE LI DIJÎ TALANÊ TÊBIKOŞIN'
 
Şenbayram di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakî û xebatên wan ên li dijî tunekirina xwezayê wê li dar bixînin û ev tişt anî ziman: “Di îlona 2021’an de li dijî birîna daran me meşeke mezin a Cûdî li dar xist. Bi meşê re li Şirnexê bi qasî mehekê birîna daran rawestiya. Bi rastî jî ew meş nîşaneya wê yekê bû ku ev talan dikare were sekinandin. Lê belê ji wê demê ve, talanê dîsa dest pê kir. Herî dawî me bi beşdariya rêxistinên girseyî yên demokratîk û ekolojîstên Şirnex û bajarên din daxuyaniyek da çapemeniyê. Ev daxuyanî bangawazî bû ku em bi hev re li dijî vê wêraniyê têbikoşin. Ji niha û pê ve heta ku hilweşandina ekolojiyê raweste em ê her hefte ji aliyê saziyek li Şirnexê ve daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji bo rûxandinên li Şirnexê bên teşhir kirin li Cizîr, Silopiya û Hezexê xebatên bilburtkirinê pêk bînin. Di mehên pêş de em ê li Şirnexê dest bi kampanya çandina daran bikin. Dê gelek proje û xebatên me yên demdirêj hebin. Lê divê em ne tenê bin. Hemû saziyên ekolojik, rêxistinên civakî, rêxistinên mafê mirovan ên li Kurdistan û metropolên Tirkiyey piştgirî bidin me. Em bi hev re dikarin vê talanê rawestînin.Banga me ji bo her kesê ku li vî bajarî bêhna xwe dide ev e ku ger em dixwazin di bin siya darekê de bi hev re bijîn, divê em pêşî li birîna wê darê bigrin."
 
MA / Mahmut Altintaş