Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin

ŞIRNEX - Cerdevanan li herêma Xabur 2’yê ku di navbera navçeyên Qileban û Elkê de ye dest bi birîna daran kirin. 
 
Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar talankirina xwezayê ya ku sê sal beriya niha hatiye destpêkirin hê didome. Niha jî bi heman şêwazê qirkirina xwezaya li herêma Komate ya navçeya Elkê dest pê kiriye. Birîna daran ku bi daxwaza fermandariya qereqolê hatiye destpêkirin di bin ewlehiya leşkeran de bi destê cerdevanan didome. 
 
Birîna daran ku sê meh beriya niha li herêma Komate ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin û heta gundê Çemanê yê Elkê çûye, niha jî li Xabur 2'ye hate destpêkirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de dixuye ku bi traktoran darên ku tên birîn li ser riyê hatine komkirin bi kamyonan ber bi deverên cuda ve tên birin. Birîna daran ku li heremê hatiye destpêkirin pêşiya texrîbateke mezin a xwezayê vedike.