Li Îzmîrê şewat li daristanê ket

img
ÎZMÎR - Li navçeya Bornovaya Îzmîrê agir li daristanê ket. Ji bejahî û hewayê mudaxile li şewatê tê kirin.  
 
Ji ber sedemekî nediyar li daristana nêzî taxa Beşyola navçeya Bornovaya Îzmîrê şewat derket. Midûriyeta Daristanê ya Herêma Îzmîrê ji herêma şewatê re 6 balefir, 3 helîkopter, 20 arazoz, 6 makînêyên avê û 4 dozer şandin.  
 
Ji ber şewatê bi armanca tevbîrê, beşekî riya Sabûncubelî ya di navbera Îzmîr û Manîsayê ji her du aliyan ve hate girtin. 
 
Ji bejahî û hewayê mudaxile li şewatê tê kirin.