Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye

img
ÊLIH - Li gundê Teraş ê Sasonê, ji ber xebatên sondajê yên TPAO'yê madeyên bijehr tevlî ava vexwarinê bûne. Ekolojîst Huseyîn Akil xwest ku ev mexdûriyeta gelê herêmê demildest bê helkirin. 
 
Ava kaniya gundê Teraş ê navçeya Sasonê ya Êlihê ji ber xebatên sondajê yên Şirîkantiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) êdî nayê vexwarin. Kaniya gund, ji ber xebatên sondajê yên ji bo petrolê yên li gundê Tanzê hem qirêjî bûye hem jî ava wê kêm bûye. Ji ber vê gundî êdî bi tanqêran avê tînin gund. 
 
XEBATA SONDAJÊ HAT SEKINANDIN
 
Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil diyar kir ku di dema xebatên sondajê de av qirêjî bûye û got: "Ji ber madeyên bijehr tevlî avaê bûne gundî nikarin vê avê vexwin. Niha xebatên sondajê yên TPAO'yê ji bo demekê hatine sekinandin. Bi dehan gund û mezrikên herêmê bi xetereyekê re rû bi rû ne. Rayedar demildest divê vê yekê di ber çavan re derbas bikin." 
 
TEVLÎ ROBARÊ SASONÊ BÛ
 
Akil anî ziman ku Qeymeqamtiya Sasosnê ji bo avê gundî hişyar kirine û wiha pê de çû: "Em çûn ser kaniyê û me li cihê cih hin tişt tespît kirin. Me tespît kir ku ava gund ji cihekî 3 kîlometreyan dûr bi boriyan tê heya gund. Li gor agahiyên me ew bi dest xistin, piştî ava qirêjî bûye hatiye analîzkirin qeymeqatiyê gundî hişyar kirine ku vê avê venexwin. Ji ber lêgerîna petrolê ava Robarê Sasonê jî qirêj bûye. Têkldarî bandora vê ya li ser civakê û ahwirdorê tu tişt nehatien belavkirin. Ji ber vê em bifikar in." 
 
BANG LI RAYEDARAN KIR
 
Akil da zanîn ku ji ber vê gundî nikarin bax û baxçeyên xwe av bidin û got: "Em nikarin demeke dirêj heywanên xwe di axuran de bihêlin. Fikarên me hene. Av kêm bûye û bi temamî qirêj bûye. Rayedar divê me baş serwetx bikin û demildest divê tevdîr bên girtin. Em li cem gundiyên mexdûr in û em ê vê meseleyê bişopînin. Ji bo parastina kaniyên gund û paqijkirina wan em bang li rayedaran dikin ku demildest tevdîran bigirin û zirara gel çareser bikin. "
 
MA / Fethî Balaman