Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin

AMED - Aktîvîstê Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê û herê dawî darên ku li Şirnexê tên birîn axivî û got: “Sazî û dezgehên netewî û navnetewî wexta mijar dibe xwezaya Kurdistanê be kerr, kor û lal dibin." 

Xwezaya Kurdistanê bi dehan salan e di bin zext û talanê dewletê de ye. Li Kurdistanê bi hêceta “ewlekariyê” daristan bi destê leşkeran tên şewitandin û bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de tên birîn. Di heman demê de bendav û HES tên çêkirin, av û çem û geliyan tê ziwakirin. Birîna daran a li deverên Şirnexê di rojevê de cihê xwe digire. Dar bi destê leşker û cerdevanan tên talankirin. Sazî û dezgehên ekolojiye yên li Tirkiyeyê û qada navnetewî ya naxwazin vê yekê bibînin an jî naxwazin dengê xwe derxin. 
 
Aktîvîstê ekolojiyê Murat Bîlgîç têkîldarî talankirina xwezayê Kurdistanê û herî dawî darên ku li Şirnexê tên birîn ji ajansa me re axivî. Bîlgîç bêdengiya sazî û dezgehên ekolojiye nirxand û got: “Sazî û dezgehên netewî û navnetewî dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê ker, kor û lal dibin.” 
 
Bîlgîç da zanîn ku ji dema avabûna komara Tirkiyeyê heta îro polîtîkayên qirkirin, talankirin, koçberkirinê li ser kurdan tê ferzkirin û wiha got: “Dema em li raporên qetlîamên Dêrsimê, Agirî û Koçgîrî dinêhirin dibêjin ku erdnîgariya Kurdistanê çiyayî ye û ew çiya şînahî ne, li vê derê jiyanek xwezayî heye. Ji bo talankirina li ser kurdan pêk bînin ewilî xeta wan a jiyanê qut dikin. Em dibînn ku polîtîkaya wan ji vir dest pê kiriye û heta îro dimeşe.” 
 
 
MODELA SRÎ LANKA
 
Bîlgîç destnîşan kir ku piştî sala 2012’an desthilatdariyê polîtîkayê xwe nûjen kiriye û modela ‘Srî Lanka’ dixe meriyetê û wiha got: “Bi vê modelê xwestin ku erdnigariya Kurdistanê ji bo jiyankirinê guncav nebe. Di salên 90’î de gundan vala kirin lê dîtin ku şertê guncav çêbe xelk dîsa vedigerin gundê xwe û ev polîtîka mayînde nîne. Ji ber vê em dinêhirin ku ji sala 2012’an vir ve bendav zêde bûne, çêkirina qereqolan zêde bûne, şewitandina daristanan zêde bûne. Dixwazin bi vê polîtîkayê jiyanê biqedînin. Jixwe serdest dixwazin qada jiyanê li vir nemine û vê yekê jî bi destê cendirme û cerdevanan tê kirin. Navê vê ji bo wan dibe ‘ewlekarî’ lê ji bo me dibe qada jiyanê, ‘ewlekarî’ ji bo parastina wan e ji bo me pirsgirika ewlekariyê nîne.”
 
‘GELO QEY DARISTANÊN LI KURDISTANÊ NE PERÇEYEK PERGALA EKOLOJÎ NE?’
 
Bîlgîç destnîşan kir ku sazî û dezgehên netewî û navnetewî wexta mijar dibe erdnîgarî û xwezaya Kurdistan kerr, kor û lal dimînin û mînaka Weqfa TEMA û Greenpeace da û wiha axivî: “Li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê dengê xwe dernaxin. Xebatek ji bo vê nayê kirin. Weqfa weke TEMA  dibêje ‘dar , hevsengiya av û havayê saz dike, paqij dike û qirêjên heyî dimêje’.  Gelek tiştên xweş dibêje lê li tu devera Kurdistanê vê yekê nake. Gelo qey Kurdistan ne perçeyek pergala ekolojiye ye? Gelo çiyê daristanên li Kurdistanê ji herêma Egeyê kêmtir e? Cihêkariyê dixin navbera daristanan. Greenpeace bi awayek cihêkarî polîtîkaya dewletê erê dike. Ji bo ku meriv li dijî talankirinê derkeve ne hewceye pisporê vî karî be. Ji bo derveyî Kurdistanê ji bo erdnigariya Tirkiyeyê baldarî û pisporiya wan ya baş heye lê mijar dema dibe Kurdistan çima bêdeng dimînin? Em fam dikin ku xwe dispêrin desthilatdariyê. Ji ber ev sazî û dezgeh talankirinê nabînin, lewma raya giştî jî bêdeng e.”
 
‘DEWLET DESTÛR Û PIŞTGIRÎ DIDE’
 
Bîlgîç diyar kir ku darên ku li Şirnexê tên birîn bi kamyonan dibin li bajerên cuda didin firotinê û got: “Firotina wan daran di heman demê de deriyê rantê jî vedike. Devlet destûrê dide, teşwîq dike û piştgirî dide talanê. Bi çavekî erzan li xwezaya Kurdistanê dinêrin.” 
 
‘ÇAV BERDANE DARÊN ME’ 
 
Bîlgîç bi lêv kir ku li dijî talankirina her kes rabe ser pêya û wiha axivî: “Ev qadên jiyanê ne. Talankirin bandorê li ser me hemûyan dike. Tenê bi têkoşîna komele û saziyên ekolojiye nabe. Wezîfeya her welatparêzî ye ku li dijî talankirina daran û rûtkirina çiyayên Kurdistanê bi berpirsiyarî tevbigere. Ji bo ku jiyana xwe bijîn divê bertek nîşan bidin.” Bîlgîç diyar kir ku êdî dema daxûyanî dayînê qediyaye û tenê bi daxûyaniyan hin tişt naguherin û got: “Komeleyên ekolojiye heta neçin Şirnexê , Bestayê û wan dîmenan nebinîn nikarin bibin denge civakê jî. Komeleyên Kurdistanê kêm zêde bi mijarê re mijûl dibin lê hewceye ku êdî komên ekolojist ên rojavayê Tirkiyeyê jî bertekên xwe nîşan bidin û bên Bestayê bibînin ka çi dibe li vê derê. Yê ku dibêje em pisporin bila were li cih meseleyê bibîne.” 
 
‘DIVÊ EM DERENG NEMÎNIN’ 
 
Bîlgîç anî ziman ku tenê ne li Şirnexê dar tên birîn li Dêrsimê jî dar tên birîn û got: “Çav berdane ser darên me divê em dereng nemînin. Ji ber vê pêşî komên ekolojîstê Kurdistanê û Tirkiye bi hev re divê herin Şirnexê û bibejin ‘Em vê qebûl nakin’. Heke na em ê bijên hûn jî hevkarê vê qetlîamê ne û durû ne. Em hemû dizanin ku ji xeynî ‘ewlekariyê’ pirsgirêk heye li vê dere. Ji bo pêşîlêgirtina talankirinê divê her kes êdî bêje bes e.”