Li Kozanê agir bi daristanê ket

img
EDENE – Li navçeya Kozan a Edeneyê agir bi daristanê ket. Komên agirkujiyê ji hewa û bejahî ve hewl didin şewatê vemirînin. 
 
Li qada daristana TAxa Yanalerîk a girêdayî Kozan a Edeneyê ji ber sedemekê nediyar şewat derket. 5 helîkopter, balafirek, gelek arazoz û tîmên agirkujiyê piştî îxbara şewatê ber bi cihê şewatê ve hatin sewqkirin. Hewldana vemirandina şewatê ya komên agirkujiyê didome.