Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin

img

ÊLIH - Hat gotin keyayê gundê Gundik ê bi ser navçeya Kercewsê ve bi hêceta “gur li sewalên wan dixe” ji bo birîna bi hezaran daran beramberî pereyan bi şirketekî re li hev kiriye. 

Hat zanîn ku tê xwestin li derdora gundê Gundik ê bi ser herêma Hebizbinî ya navçeya Kercewsa Êlihê ve dar bên birîn. Keyayê gund Mîrze Yilmaz di 12’ê tîrmehê de ji malperek herêmî re axiviye û diyar kiriye ku li derdora gund di salekê de gurên xwe di nava daran de vedişêrin 200 serî pezê wan dikujin û ji ber vê yekê jî biryar girtine dê daran bibirin. 
 
Keyayê gund wiha gotiye: “Gur xwe di nava qawêra darên mazî de vedişêrin. Dema keriyên pezê me derdikeve çolê gur lê dide. Ji bo em daran di çavdêriya wezîfedarên Teşkîlata Daristanê de bibirin me serî li Midûriyeta Daristanan a Êlih û Mêrdînê da.”
 
ÎDIA: KEYA Û ŞIRKETÊ LI HEV KIRINE 
  
Derbarê mijarê de me xwe gihand welatiyek ji wî gundî. Welatiyê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku hêceta ku keya eşkere kiriye bahane ye û gundiyên li dijî daxwaza birîna daran a keya derketine jî xestiye wan qanih bike. Gundiyê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku keya ji bo birîna daran bi şirketekî re beramberî milyonan lîre pere li hev kiriye û keya bi rayedarên şirketê re li cihekî nêzî gund hevdîtin kiriye. 
 
Me xwest derbarê van îdiayan de em xwe bigihînin keyayê gund lê belê bersiv neda telefona me. Hat zanîn ku keya ji nas û dostên xwe re gotiye bila nimreya wî nedin rojnameavnan. 
 
DÊ EKOSÎSTEMA DEVERÊ BIGUHERE 
 
Parêzvanê xwezayê Ridvan Ayhan vê helwdana talankirina daran ji ajansa me re nirxand û got: “Hêceta keya ku dibêje gur li pezê me dide rastiyê nîşan nade. Heke tiştek wiha were kirin dê li wê deverê talankirina daran pêk were. Darên mazî ango berû ji bo xwedîkirina pez darên herî bi xêrûber in. Sewal herî zêde xwe ji van daran xwedî dikin. Heke ev dar bên birîn dê ekosîstema herêmê were guhertin. Bi birîna van daran re dê gelek ajal tune bibin. Her wiha dê herêm bê oksîjen bimîne.” 
 
DEWLETÊ CAREK GUND VALA KIRIYE 
 
Ayhan anî ziman ku Gundik yek ji gundên ku di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin û got: “Keya û û çend cerdevanên li wir dixwazin jiyana li wir bixin bin talûkeyê. Divê Midûriyeta Daristanê ya Bajêr li dijî vê hewldana talankirinê derkeve û destûr nede. Lazim e nebe şirîkê talankirina xwezayê. Ev xweza xwezaya me hemûyan e. Divê em destûr nedin ku siberoja me tune bibe.” 
 
MA / Fethî Balaman