Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!

img

ŞIRNEX - Darên di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan li Çiyayê Cûdî û li herêma Bestayê tên birîn, li ser Facebookê tên firotin. 

 
Li Herêma Bestayê ya Şirnexê û li Çiyayên Cûdî û Gabarê ev nêzî 2 sal in leşkerî bi destê cerdevanan xwezayê talan dikin. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn. Birina daran ewqas zêde bû ku ji bo gelek kesan bûye çavkaniya talanê. Darên ku tên birîn ji aliyê gelek kesan ve li ser hesabên medyaya civakî tên firotin. 
 
DI FACEBOOKÊ DE DARÊN FIROTINÊ
 
Darên li herêma Bestayê û li Çiyayê Cûdî bi destê cerdevanan tên birîn, li ser malpera “ŞIRNEX 2. EL SAHÎBÎNDEN SATIYORUM” Facebookê tê bazarîkirin û tê gotin ku “darên ku tên firotin darên berûyê ne û ji her derê re tên şandin, heqê hatinê ji we ye û bihayê wê hezar û 150 lîre ye." Dîmena ku di nava TIR’ekî de tije dar tê de, ji aliyê hesaba bi navê Memo Can hat parvekirin. Hat diyarkirin ku heman dîmen di gelek hesabên medyaya dîjîtal de hatin parvekirin û darên ku hatine birîn ji gelek bajaran re hatine şandin.