Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî

img

SEMSÛR - Çiyayê Kurdekê yê Semsûrê li hêlekê bi av û xwezaya xwe bûye çavkaniya debara xelkê herêmê û li hêla din jî bi cur bi curiya giyayên xwe ve weke stargeha giyayên şîfayî tê dîtin. 

Xwezaya Kurdistanê yek jê dewlemendtirîn xwezayên cîhanê ne. Li çiyayên wê yên bilind bi dehhezaran cureyên giya û sewalan hene. Yek ji van çiyayan jî Çiyayê Kurdekê ye. Ev çiya li navçeya Aldûş ê Semsûrê ye ku dikeve navbera Aldûş û Meletiyê. Şeniyên gundê Aldûşê di demsala havînê de li zozanên vî çiyayî konan vedigirin û havînên xwe li wan zozanan derbas dikin. Ji ber koçberiya di salên dawî de her çend ku zozanên Çiyayê Kurdekê vala mabin jî, dewlemendiya li çiyê bala mirov dikişîne. 
 
Çiyayê Kurdekê bûye wargeha gelek zozanan. Di salên berê de ji dehan gundên Aldûşê bi hezaran welatî dihatin zozanan û demsala xwe li vê derê derbas dikirin. Niha jî gelek şêniyên herêmê yên koçî metrepolên Tirkiyeyê bûyîn, bi hatina demsala havînê re berê xwe didin vê herêmê. Her wiha Çiyayê Kurdekê ji bo dermanên ji giyayan jî cihekî taybet e. 
 
GELEK CUREYÊN GIYA HENE
 
Di demên berê de ji ber ku derfetên nexweşxaneyê kêm bûn, xelkê herêmê hewl didan dermanên xwe bi xwe çêbikin. Giyayê bi navê gulameş (gelê herêmê jê re dibêje dermanê mîde), çaya çê, benîştê kerengan û gelek giyayên din ku weke derman tên bikaranîn, li Çiyayê Kurdekê tên komkirin. Xelkê herêmê her sal tê quntara çiyê û van gihayan ji bo derman berhev dike. Li gel bi kar anîna dermanan, her wiha ev giyayên navborî û hêj gelek cureyên din, bi rengên xwe yên kesk, sor, zor, şîn û hwd. Çiyayê Kurdekê dixemilînin. 
 
Her wiha Çiyayê Kurdekê herêmeke biav e û xelkê herêmê çandiniyê li vê derê dike û debara xwe bi çandiniyê dike. 
 
MA / Mahmut Altintaş