Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin

img

WAN - Şewata li Bedlîsê derketî piranî hat kontrolkirin. Ji bo şewata li Şemzînanê jî her ku diçe belav dibe, banga “mudaxaleya lezgîn” hat kirin. 

 
Şewata ku duh li daristanên gundikên Gerket û Begirdî yên girêdayî gundê Nehrî yê navçeya Şemzînana Colemêrgê derket, didome. Şewata ku ji hewa ve mudaxale lê nayê kirin gundî bi derfetên xwe hewl didin vemirînin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî şewata her ku diçe belav dibe de daxuyanî da. 
 
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo şewata ku piştî Dersimê li Şemzînanê derket tu mudaxale nayên kirin. Bergiriyên li dijî xwezayê tên girtin, bergiriyên ji bo mirovahiyê tên girtin in.”
 
REWŞA DAWÎ YA BEDLISÊ
 
Şewata ku di 30’ê tebaxê li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê derket jî di encama mudaxaleya ji hewayî hat kirin zêdetirî şewatê hat kontrol kirin. Di şewata ku gihişt gundê Hurmuz ê girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê bûyî de qadeke qasî 20 hektar şewitî. Tê diyarkirin ku li Çiyayê Boz li hin cihan bi bandora hewayê agir bilind dibe.