Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî

img
BEDLÎS - Li Bedlîsê 3 roj in şewata daristanan berdewam dike, mudaxile nayê kirin û bi hezaran hektar qad şewitî. 
 
Li herêma Ava Weqfê ya bi ser navenda Bedlîsê ve ji 30’ê tebaxê ve agir bi daristanan ketiye û ev şewat berbelav dibe. Mudaxileyî şewatê nayê kirin û şewat belavî qadên çiyayê di navbara Bedlîs û navçeya Hawêl a Sêrtê bû. 
 
Duh êvarê şewat gihîşt gundê Hurmiza bi ser navçeya Motka Bedlîsê ve û tîmên agirkujiyê û xelkê şewat kontrol kir. Şewat li quntara Çiyayê Boz berdewam dike.