Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin

img
MÊRSÎN - Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê, bang kir ku bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewata daristanê ya Dersimê were kirin. 
  
Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê, têkildarî şewatên li navçeya Xozatê ya Dersimê 14 roj in berdewam dikin, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya tê şewitandin dîrok, pêşeroj û zindiyên me ne” vekirin. Parlementera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyî û komeleyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê Hasan Tanrikût axivî. Tanrikût, diyar kir ku şewata ku di 17’ê tebaxê de di encama operasyona eskerî derket de bi hezaran hektar daristan şewitî. 
 
‘MUDAXALEYA ŞEWATÊ TÊ ASTENGKIRIN’
 
Tanrikût, da zanîn ku di rojên dawî de li herêmên Newala Mûnzûr, Firtina û Çeşmesiyê şewatên nû dest pê kirine û bang kir ku bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatan were kirin. Tanrikût, destnîşan kir ku bakur, başûr, rojava û rojhilatê xwezayê nîne û wiha got: “Em bi xemgînî dibînin ku hestiyariya ji bo şewatên li rojavayê Tirkiyeyê tên nîşandan ji şewatên rojhilat û rojhilatêbaşûr re nayên nîşandan. Bi hêceta ku herêma ewlehiye, herêma operasyonê ye mudaxelaya şewatê tê astengkirin.”
 
Fatma Kûrtûlan jî, diyar kir ku bi zexta rayagiştî dest bi mudaxaleya şewata li Dersimê hatiye kirin û bi lêv kir ku gel, erdnîgarî û daristanên Dersimê ji zilma zalim re serî natewîne.