Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!

img
MEREŞ - Santrala Termîkê ya A ya Afşîn-Elbîstan bê fîltre û Santrala Termîkê ya B jî bi fîltreyeke ne têkûz dişixule. Ji Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê ya Afşîn elbîstanê Îbrahîm Yalçin, destnîşan kir ku xweza tê qetilkirin. 
 
Santralên Termîkê yên A û B ên Afşîn-Elbîstan ên li navçeya Afşîn a Mereşê hatine çêkirin, gefê li jiyana candarên herêmê dixwe. Santrala Termîkê ya A, di saşa 1984'an de bi 1.8 milyar dolarî hatiye çêkirin û paşê Çelîkler Holdîngê ew stendiye. Santrala Termîkê ya B jî di sala 2005'an de bi 1.6 milyar dolarî hatiye çêkirin û niha ji aliyê dewletê ve tê şixulandin. Gaz û xweliya van santralan, xweza û jiyanê texrîb dikin. 
 
Çendî ku di 1'ê Çileya 2020'î de bicihkirina fîltreyan bû tiştekî mecbûrî jî, lê Santrala Termîkê ya A bê fîltre û ya B'yê jî bi fîltreyeke ne têkûz tê şixulandin.
 
Ji Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê ya Afşîn elbîstanê Îbrahîm Yalçin, bal kişand ser texrîbatên van santralên termîkê. 
 
QIRKIRINA HAWIRDORÊ
 
Yalçin, bilêv kir ku li gel hemû hewldanên wan jî, qirkirina hawirdorê hê jî didome û li Elbîstanê qirkirineke pir mezin hee. Yalçin, anî ziman ku pergala kapîtalîst xitimiye û sermayedarên sermayeya wan hindik bûye ji bo xwe ji krîzê xelas bikin, li dijî xwezayê dest bi şer kirine. Yalçin got: "Li welatê me bi piştgiriya îqtidara bê pîvan tevdigere, li bajarê me xweza bi awayekî êşbar tê tunekirin. Berevajî qanûnên ku wan çêkirine û pesnê xwe bi wan dane, tevdigerin û xweza û derdorê qetil dikin." 
 
WARÊ ÇANDINIYÊ BÛ 
 
Yalçin, anî ziman ku beriya santralên termîkê hewa û xwezaya Elbîstanê pir paqij bû û got: "Navçeyeke 2 milyon û 700 hezar donim bû. Deşta Elbîstanê, bi milyon û 800 hezar donim erdên xwe yên çandiniyê, ji deştên çandiniyê yên herî mezin a 4'an bû. Di warê avê de dewlemend bû. Li gel Çemê Ceyhanê, Çemê Sogutlu û Robar Hûrman û Robarê Sarsapê tê re derbas dibin. Xizîneya çandiniyê bû. DI warê çandiniyê de dewlemend bû. Çiyayên wê kesk bû. Tirî, fasûle, goş, pincarên wê meşrû bûn. Li vir tu çi bixwazî hebû. Tenê kêmasiyek hebû, diviya ev berdarî bi awaekî rêk û pêk bihatana kirin û hilberîner bihatana paastin ji bo jiyanek baştir. Lê nekirin. Îqtidar berê xwe dan enerjî û pereyan û ev santral çêkirin." 
 
Yalçin, destnîşan kir ku Santrala Termîkê ya A'yê di sala 1987'an de ji aliyê şîrketek DYA'yî ve bi pergaleke kevn û bêfîltre hatiye çêkirin û Santrala Termîkê ya B'yê jî ku di sala 2006'an de dest bi kar kiriye jî, bi şertê dê fîltre li santrala A'yê bê bicihkirin rapora ÇED'ê girtiye û bi vî awayî hatiye avakirin. Yalçin, da zanîn ku ev şert pêk nehatiye û santrala A'yê bê fîltre û ne li gor mewzûatê tê şixulandin. Yalçin, anî ziman ku her du santral jî 100 hezar erd ji holê rakirine û êdî vegera van erdan tune ye. 
 
BÛ DOJEH 
 
Yalçin, bilêv kir ku ji ber van santralan, 36 sal in herêm bûye dojeh û got: "Berê li van deran mirovên nexweş tune bûn. Ji lew re hemû tiştên mirovan xwezayî bûn. Xwelî û toz tune bûn. Çogûlhan di warê çandiniya avî de di rêza ewil de bû. Lê niha li vî gundî mirovekî saxlem nemaye. Nifûsa wê 10 hezar bû, lê niha 500 kes lê dimîne. Ên mayî jî kesên bêçare ne. Ên mayî heû nexweş in. Kesê bi nexweşîna pişikê neketibe tune ye. Pençeşêra qirikê pir berbelav e. Zarokên 3-4 salî bi astimê dikevin. Mirov ji bo dermankirinê diçin Kayserî, Dîlok, Mereş, Edene û Meletiyê. Nexweşînên wekî KOAH, qelb, pençeşêr û astim pri berbelav bûn." 
 
Yalçin, diyar kir ku beriya santralan gelek kes li vir dima û ev kes debara xwe bi çandiniyê dikirin, lê piştî texrîbatê hilberîn jî kêm bûye û mirov berê xwe dane derveyî welêt û metrepolên mezin. Yalçin got: "Li Afşîn û Elbîstanê tiriyê bertiz û alîşar pir meşhûr bûn. Rez neman. Hilberîna genim ji sedî 50 kêm bûye. Gundî çûn pêzan anîn û tespît kirin ku ev kêmbûn ji ber santralê ye. Îqtidar ev raporên pêzaniyê li Şûraa Dewletê dan betalkirin. Her wiha ji ber vê kêmbûnê pereyan jî nadin mirovan. Bi darê zorê, rapor ji holê rakirin." 
 
MA / Bariş Polat