Çemê Bazamîr jî ziwa bû

img

ŞIRNEX - Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû. 

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Çemê Bazamîr ku çavkaniya xwe ji Çiyayê Cudî digire û di nava gundên Germik û Xirabreşkê di herike Çemê Dîcleyê, îsal  ji ber hişkesaliyê ziwa bû. Ziwabûna çem zindiyên ku tê de jî bi awayeke neyînî bandor kir. Di heman demê de darên derdora çem ji ber kêmbûna avê hişk dibin û gelek masî û kevjal têkoşîna jiyanî didin. 
 
ÇAVKANÎ ZIWA DIBIN
 
Ji welatiyan Ramazan Aras ê ku li herêmê şivaniyê dike, anî ziman ku tu salan qasî îsal hişkesaliyeke bi vî awayî nehatiye dîtin û diyar kir ku li herêmê gelek kanî û çem ziwa bûne. Aras, da zanîn ku hişkesalî bandorekê mezin li wan dike û wiha axivî: "Ev av ji Cudî tê. Berê ev av gur diherikî. Me pezê xwe hemû li ser vî çemî av dida. Gundiyan ji vê avê sûd digirtin, bax û baxçeyên xwe bi vê avê av didan.  Lê îsal di çem de av nema ye. Bi kêmbûn û ziwabûna çem re hemû zindiyên di çem de mirin. Ava vî çemî heta çemê Dîcleyê diçe. Ev jî nîşanî me dide ku çavkaniyên avê tune dibin."