Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye

img

MEREŞ - Gundê Çoçellî yê elewiyan, bi rûxandineke ekolojîk a nû re rû bi rû ye. Done Çoçellî ku bertek nîşanî santrala enerjiyê ya biyokutleyê da û got: "Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin?" 

 
Gundê Çoçellî yê Bazarcixa Mereşê bi xetereya tesîsa enerjiyê ya biyokutleyê re rû bi rû ye. Dê ji aliyê Şîrketa Anonîm a Bazirganiyê ya ECO'yê li ser araziyekî 88 hezar metrekarê yê dewletê Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê bê çêkirin û tê plankirin ku dê di vê santralê de rojê 240 hezar tin bermayî bên şewitandin. Cihê ku dê santral lê bê çêkirin, bi qasî 350 metreyî dûrî jîngeha mirovan e. DÊ santral li nav darên zeyytûnan û li ber çem bê çêkirin. 
 
Nûnerê Tirkiyeyê yê Platforma Gundê Çoçellî ya Almanyayê Haci Çoçellî, anî ziman ku herêm jixwe bi xetereya Çîmko Çîmento, Şîrketa Betonê û Fabrîkeya Çîmentoyê re rû bi rû ye, lê bi vê santralê re dê xetere zêdetir bibe. 
 
Çoçellî, anî ziman ku dê li santrala ku li ber gund bê çêkirin, bermayiyên ji deverên cuda bên şewitandin û rojê dê nêzî 240 ton çop bê şewitandin. Çoçellî got: "Yanî dê karbondoksîta van çopan li herêmê belav bibe û dê ev bermayî her roj bên şewitandin. Dê qirêjî li vir heya Semsûr û Dîlokê jî biçe. Heger em pêşî li ber vê negirin, dê karesatek rû bide. Dê qada me ya jiyanê û xwezaya me tune bibe. Kî destûra vê fabrîkayê dide? Erdên li vir, erdên çandiniyê ne û ev der ji aliyyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve tên parastin. Lê niha dê fabrîkeyê çêbikin. Devera ku dê fabrîke lê bê çêkirin, 3 hezar donim darên zeytûnan hene. Dê fabrîkeyê li nav darên zeytûnan çêbikin. Dê darên zeytûnê hemû hişk bibin. Bi qasî ku em pê hesiyan ev der, heya 49 salan bi kirê dane şîrketê." 
 
WALÎTIYÊ DESTÛR DAYE 
 
Done Çoçellî jî anî ziman ku Waliyê Mereşê berê gotibû ji ber ku ev der qada daristanê ye dê destûrê nedin, lê piştî sal û nîvekê walîtiyê îmze daye û got: "Pêdivî bi rapora ÇED'ê nedîtine. Em çûn walîtiyê gotin 'hûn nikarin tiştekî jî bikin, ev der hat dayîn.' Yanî ev der bi destûra walîtiyê tê çêkirin." 
 
ÇIMA ÇOÇELLÎ? 
 
Çoçellî, anî ziman ku kesên li herêmê dijî heya niha gelek çalakiyên protestokirinê li dar xistine û her tim ji aliyê cendirmeyan ve hatine astengkirin. Çoçellî got: "Di çalakiyekê de eskeran engotin ev zarok û extiyar in, gaz reşandin. 11 meh in em têdikoşin. Dixwazin me bitepisînin. Geh li wir, geh li vir hîmên fabrîkeyan çêdikin. Mirov heyr mane. Hê toza fabrîkeya çîmentoyê neqediyaye, niha jî dê vê fabrîkeyê çêbikin. Dibêjin 'ji we re qadên karî çêdikin.' Dê bavê min ê 90 salî çawa di fabrîkeyê de bixebite. Dê darên min bişewitîne, erdê min bişewitîne, dê darên min jehrî bike. Bila dewlet xwedî li vir derkeve. Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin? Dewlet, ji dêvla ku xwedî li gundiyan derkeve, radibe wan dikuje." 
 
Çoçellî, ji bo alîkariyê bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir. 
 
MA / Bariş Polat