Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye

img

STENBOL - Ekolojîst Koray Turkay, anî ziman ku îqtidar xwezayê wekî "meta" dihesibîne û bang kir: "Em bên cem hev da siberojê jîngehek bimîne." 

Li Tirkiyeyê ekolojî bi awayekî pir cidî tê texrîbkirin. Gelek deverên wekî daristan û çeman, bi bendav, santralên hîdroelektrîkê, kanên maden û keviran tên texrîbkirin. Ev yek hevsengiya ekolojiyê tarûmar dike û bi ser de jî li gelek deveran bûye sedema hişkesaliyê. 
 
Ekolojîst Koray Turkay, destnîşan kir ku îqtidar xwezayê wekî "metayê" dihesibîne. 
 
WEKÎ METAYÊ DIHESIBÎNE 
 
Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay, diyar kir ku texrîbkirina xwezayê ji ber polîtîkayên îqtidarê yên dagirkirina çavkaniyên sererd û binerdê rû dide. Turkay, destnîşan kir ku îqtidar xwezayê wekî metayeke ku veguherîne peryan dihesibîne. Turkay, bilêv kir ku îqtidar tenê ketiye etra rant û qezenceke zêde û got: "Ev diyardeya rantê, dibe sedema texrîbateke mezin. Tu eleqeya îqtidarê bi zanistê re tune ye. Ji bo berdewamiya îqtidara xwe, bi feraseta 'piştî min tofan' tevdigere. Ev rewş, tenê bandorê li Tirkiyeyê nake. Îqtidar bes ne welêt, dixwaze pêşeroja hemû cîhanê texrîb bike." 
 
HIŞKESALÎ
 
Turkay, destnîşan kir ku li hemberî texrîbatê berteka herî mezin a xwezayê jî germbûna kûrewî ye û got: "Dê ev bibe sedema hişkesaliyê û guherînin avhewayê yê ji nişka ve. Gava di avhewayê de veguherînin em ne elimandiyên wê çêbibin, dê jîngehên mirovan ji holê rabin. Li nêzî Enqereyê, firtoneyên qûmê çêbûn ku heya niha li vê axê çênebûbû. Anatolyaya Navîn dibe çol. Pirsgirêka musîlajê. Ji ber vê em dikarin bibêjin Marmara nema. Heger heya meha Îlonê wisa bidome, tenê ne Marmara, dê Behra Reş, Ege û Behra Spî jî bimirin." 
 
PARASTINA JIYANÊ 
 
Turkay, bilêv kir ku her diçe di civakê de hayjêhebûna ekolojîk zêde dibe. 
 
Turkay, anî ziman ku îqtidar bi taybetî li Îkîzdereyê bi bertekeke pir mezin re rû bi rû ma û got: "Gundên Kurdistanê bi awayekî fiîlî hatin valakirin. Gundên Behra Reş jî bi jiholêrakirina çandiniyê hatin valakirin. Êrîşê dibin ser gundên ku nifûsa wan kêm. Li hemberî mirovên dixwazin gundên xwe biparêzin jî Mehmet Cengîz, bi hêza çekdarî ya dewletê xwezayê dikuje. Xweza, ji bo paşvegerînê zûzûka tevdigere. Bes gava em jiyaneke xwezayî esas bigirin. Lê hêza çekdar a modernîteya kapîtalîst pêşî li ber vê digire." 
 
WEXTE NEMA
 
Turkay ku got "heger dar tune be baran, baran tune be jiyan tune ye" îşaret bi hişkesaliyek mezin kir. 
 
Turkay, rewşa heyî wekî rêxistinbûyîna xirabiyê pênase kir û got: "Tekane armanca têkoşîna ekolojiyê divê, xelasiya ji vê îqtidarê be. Ji bo pêkanîna jiyaneke ekolojîk, xeteke siasî divê. Tişta divê bê kirin, ferzkirina hilbijartineke pêşwext e. Êdî wextê xwezayê ku heya 2023'yan bisekine, nemaye. Heger em piştevaniya di navbera xwe de zêde bikin, em ê karibin li hemberî êrîşên xirabiya rêxistinbûyî bi rêxistinbûyîna qenciyê tevbigerin. Em ji bo berdewamiya jiyanê bên cem hev da siberojê jîngehek bimîne."
 
MA / Tolga Guney