Li Licê daristan şewitî

img

AMED - Di şewata li gundê Kerwas ê Licê derketî de 100 donimê daristanê şewitî. 

Şewata daristanê ya di 13’ê tîrmehê de li Gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê derket, bi bandora bayê belavî Gundê Licok bû qadeke mezin a daristanê şewitand. Çavkaniyên heremî diyar kirin ku dema şewat derket li ser heremê 4 helîkopter digeriyan. Di şewata daristanê de 100 donimê daristanê şewitî û gelek cûreyên zîndiyan mirin.