Ava paqij bi dest wan nakeve

img
RÎZE - Gundiyan anî ziman ku ji ber çêkirina kana keviran a li Îkîzdereyê, ava paqij bi dest wan nakeve û ji ber vê hilberîna hinguv û çay kêm bûye. 
 
Tê xwestin li Geliyê ÎŞkencedereyê yê navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê kana keviran bê çêkirin. Nobeta xwezayê ya gelê herêmê ya li dijî kana keviran didome. Di 21'ê Nîsanê de gava makîneyên karî hatin herêmê gundiyan dest bi têkoşînê kir û ji wê rojê heya niha bi esker, burokrat û wezîran re rû bi rû ne. Gundiyên ku car heye esker pêşiya wan dibirin û car heye jî davêjin ser malên wan û wan binçav dikin, tevî hemû astengiyan jî di konê xwe yê li têketina gundê Gurdereyê nobeta xwe didomînin. 
 
Şêniyên gundê Gurdere yê Îkîzdereyê, pêvajoya heyî û zirara kana keviran ku dide xwezayê yeko yeko bilêv kirin. 
 
GELÎ HAT GIRTIN 
 
Endezyarê jeofîzîkê şêniyê gund Osman Baş, anî ziman ku li herêmê pêvajoya ewil di sala 2019'an de dest pê kiriye. Baş, bilêv kir ku ji wê çaxê ve têkoşîna wan a hiqûqî û fiîlî didome û got: "Gundî hemû daxilî nav vê têkoşînê bûne. Lê em bi bertekeke pir tund re rû bi rû man. Xwestin hem qedexeyan hem jî bi cezayan me bitepisînin. Di dema qedexeyên pandemiyê de gundiyan berê xwe dan çiyê û ji wir çûn pêşiya makîneyên kar girtin." Baş, destnîşan kir ku ji ber xebatên ku 3 meh in didomin gelî hatiye girtin û aveke paqij bi dest gundiyan nakeve. Baş got: "Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku bê berxwedana me berxwedaneke çi qas mafdar e." 
 
XETEREYA HÊLANÊ
 
Baş, diyar kir ku li herêmê xetereya hêlanê heye û qaliniya axa li herêmê di navbera 10-30 santîmetreyî de ye û got: "Dê tevî ava baranê ax ber bi jêr ve biherike. Li herêmê car carinan ax ber jêr diherike. Hê bareneke şid nehatiye. Lê heger baranek şid bê dê hêlan çêbibe." 
 
Baş, destnîşan kir ku li gel hêlanê dê qezayên kar jî çêbibin û got: "Tevdîrên digirin, ne ji bo pêşîlêgirtina qezayan e. Kesên vê projeyê li vir çêdikin, divê bi vê baş zanibin; sibê dusibe qezayek çêbibe berpirsiyar ew  pirsgirêkên ku dê rû bidin hesab nakin. Bes li ser qezencê hûr bûne, jiyana mirov û candarên din ne xema wan e." 
 
DÊ HINGUV NEMÎNE
 
Alî Akyildiz jî destnîşan kir ku heger kana keviran bê çêkirin dê hilberîna hungiv jî nemîne. Akyildiz, da zanîn ku berê ji geliyê 8-10 ton hinguv bi dest wan diket û got: "Hinguvê vî geliyî, ji bo dermanan tê bikaranîn. Lê niha ew hinguv nemaye. Ji lew re kestane birîn. Dê darekê jî li vir nehêlin." 
 
GUNDIYAN XAPANDIN 
 
Akyildiz, anî ziman ku heman rewş ji bo çay jî derbasdar e û got: "Dixwazin hilberînerên çay û hinguv qanex bikin. DIbêjin em ê zirara we bidin. Hin gundî ji wan yeqîn kirin, lê tenê dibêjin em ê bidin. Li holê pere tune ye. Parlementerên AKP'ê yên Rîzeyê jî gotin 'Em ê avê bînin gund. Em ê pirsgirêka avê ya 150 salî hel bikin.' Bi vî awayî hin gundî qaneh kirin." 
 
SOZÊN XWE BI CÎ NEANÎN 
 
Akyildiz, soza Wezîrê Gihaniyê Alî Karaîsmaîloglû bibîr xist ku gotibû wê di 2 mehan de temelê fabrîkeya çay çêbikin û got: "2 meh derbas bûn ne fabrîke heye ne jî temel. Gotin 'Em ê heqê hinguv û çay bidin. Em ê di du mehan de karê xwe yê li vir hel bikin û biçin.' Ev soz hemû derew bûn. Bes dixwazin gundiyan ji têkoşînê dûr bixin." 
 
MA / Tolga Guney