‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’

img
ÎZMÎR - Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê ya Îzmîrê diyar kir ku texrîbata xwezayê nîşaneya qirêjiya desthilatê ye û li dijî vê yekê banga têkoşînê kir. 
 
Meclîsa Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) têkildarî şewatên daristanan û musîlajê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê diyar kir ku texrîbata xwezayê nîşaneya qirêjiya desthilatê ye û wiha got: “Heke civak were mêhtin û hilweşandin xweza jî tê mehtin û hilweşandin. Civak û xweza bi hev re tên qirêjkirin.”
 
AV Û AX HAT QIRÊJKIRIN
 
HDK’ê da zanîn ku tenê behr û av nayên qirêjkirin, ax jî tê qirêjkirin û wiha berdewam kir: “Divê civaka me pergala xwe ya jiyanî di nav sînorên ekolojîk de ava bike. Ji ber vê yekê jî divê deshilatê û polîtîkayên wê yên qirêj ên li dijî xweza û civakê red bike. Daristanên me ji bo çêkirina otelan tên şewitandin. Di mijara şewitandina daristanan de bûne pispor. Şewata daristanan ji xeynî tunebûna daran dibê sedemê hişkayiyê, ji holê rabûna heywan û rûberka riwekî.”