Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de cih digirin, ji ber bermahiyên kesên ku serdana wan dikin vegguherîne sergoyan. 
 
Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin, ji berhamiyên ku li wan hatine hiştin mirov nikare bigere. Baxçeyên ku malovaniyê ji gelek sewalan re dikin û Çemê Dîcleyê di ber wan re derbas dibe, her roj bi hezaran kes diçine serdana wan. Lê ji ber kesên ku diçine serdana wan bermahiyên xwe li nav baxçeyan dihêlin baxçe veguherîne sergoyan û bêhneke nexweş ji wan tê. Ji bilî bermahiyên ku kesên diçin serdana baxçeyan li wan dihêlin, ji navenda bajar jî hin kes kavilên xaniyên xwe dibin li nav baxçeyan vala dikin. 
 
Her wiha kesên hişbirê bi kar tînin jî diçin nav baxçeyan û bavçeyan ji xwe re kirine navendên bikaranîna hişbirê. 
 
Ev rewş bandoreke neyînî li ser cûreyên zindewaran ên li nav baxçeyan dike û dibe sedem ku bêhneke nexweş ji bavçeyan bê. Rexmî vê rewşê jî ji bo paqişkirina baxçeyan tu xebat nayê kirin.